Apikur: Em amade nînin niha petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin

Apikur: Em amade nînin niha petrola Herêma Kurdistanê hinarde bikin

.

A+A-

Apikur tekezê dike ku, ew amade nînin dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku heta niha nivîsara çi lihevkirineke fermî negehiştiye wan.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro (În, 28.02.2025) di postekî de li ser tora civakî ya Xê amaje da ku, ew ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê amamde ne lê di çarçoveya lihevkirinan de, û heta niha ji bo wê meremê peywendî bi wan nehatiye kirin.

Apikurê herwesa got, “Kompaniyên endam di wê komeleyê de amade ne ku yekser dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bikin, lê wê dema ku lihevkirina fermî tê kirin û herwesa piştrastbûn jî ji peredanê ji bo xerciyên hinardekirina petrolê di dema borî û ya bê de bê dan, bi şertekî ew lihevkirin bi şertên darayî yên wan kompaniyan re hevseng be.”

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins ji aliyê xwe ve ji K24ê re got, “Heta niha çi lihevkirineke nivîskî li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nîne. Heta lihevkirineke nivîskî jî neyê kirin, em amade nînin dest bi hinardekirina petrolê bikin.”

Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî jî her îro (În, 28.02.2025) di dema serdana benderê Xur Zubeyrê yê parêzgeha Besreyê de ragehand, “Di çend seetên bê de, em destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê radigehînin.”

Heyan Ebdilxenî herwesa got, “Di pêngava yekê de, Kompaniya Berbazarkirina Petrola Federalî (SOMO) her rojê 185 hezar bermîlên petrolê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê difiroşe, heta pêngav pêngav digehe wê hejmarê ya ku di budceya giştî ya federalî de amaje pê hatiye dan.”

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) jî her îro (În, 28.02.2025) di ragehandinekê de pêşwaziya bizavên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja Sêşemê (25.02.2025) di peywendiyeke tilefonî de danûstandin li ser rewşa Sûriye û deverê, komên çekdar, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hejmareke pirsên din kirin.

Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, di wê peywendiya tilefonî de Robio amaje daye ku, divê bi zûtirîn dem petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê bê hinardekirin û rêz li peymanên petrolê yên kompaniyên Amerîkayî bê girtin, ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin.

Piştî peywendî û hevahengiya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexdayê li roja Yekşemê (23.02.2025) li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê li roja Şemiyê (22.02.2025) ragehand, “Tevaya rêkarên dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatine temamkirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin