Arif Qurbanî: Taybetmendiya pirsgirêkên darayî yên Kurdistanê
.
Arif Qurbanî
Hîna cîhan ji encamên kirîza aborî ya serdema koronayê rizgar nebûye, lêbelê navendên aborî, bankên mezin ên cîhanê û şehrezayên vî biwarî dabaşa metirsiya kirîzeke din û rewşeke aborî ya dijwartir dikin.
Gelek welatên cîhanê wek plana pêşdem dest bi sazkirina siyaseta darayî û aborî û sîstema bankî ya welatên xwe kir. Naxwazin kirîza ku tavilê û ji nişka ve bi sedema koronayê pêsîra wan girt, xwe dubare bike. Bi sûdwergirtina ji ezmûnên xwe yên borî û mifawergirtina ji lêkolînên navendên akademîk û pispor û şehrezayên biwarê darayî û aborî, xwe ji eger û pêşhatên herî dijwar re amade dikin.
Di egera derketina holê ya rewş û kirîzeke aborî ya din de, dê Kurdistan çi bike yan rasttir e ku em bipirsin çi ji destê wê tê ku bike? Di demekê de ku çavkaniya sereke ya dahata Herêma Kurdistanê pişta xwe bi petrolê girêdaye, ew jî li hêlekê ji ber ku nirxê firotina wê tu carî ne cihgirtî ye û li hêleke din jî bi sedema biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê derbarê sektora enerjiyê li Kurdistanê, piştrastbûneke demdirêj ji Herêma Kurdistanê re nemaye.
Asoyeke geş jî ji bo lihevkirina bi Bexdayê re nîne ku herêm pişta xwe bi pişka budceya Bexdayê girê bide. Lewma heger derketina her cûre kizîrekê ji welatên dinyayê re rewşeke dijwar be, ji bo Herêma Kurdistanê fetisîner e.
Sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê bêhtir li pêşiya metirsîyeyê ye, ne ew bi tenê ye ku pişta xwe bi petrolê wek çavkaniya sereke ya dahatê girêdaye. Ne jî ji ber metirsiya biryara Dadgeha Bilind a Federal e. Ji van metirsîdartir, awayê birêvebirina aboriya Kurdistanê ye.
Heke na, ji bo erdnîgariyeke nola Herêma Kurdistanê ku hejmara şêniyên wê hindik e, xwedî sirişt, av û hewa û seqayeke kêrhatî yê çandinî û avdaniyê ye, her wiha ji ber rewşa taybet a Iraqê piştî şerên Kendavê, bazara Iraqê jî ji Herêma Kurdistanê re vekirî ye, lewma nabe Kurdistan ji derketina kirîza aborî bitirse. Lê ji ber ku di koka xwe de siyaseteke aborî ya çewt hatiye meşandin, lewra berî hemû welatên din ên cîhan û deverê dikeve metirsiyê.
Berê û niha jî ku rewşa aborî ya Kurdistanê xirab e yan bi kêmanî ne aram e, sedem ne ew e ku li Kurdistanê ˈpereˈ nînin. Berovajî vê yekê her meh pereyên zêde diherikin nav bazara Herêma Kurdistanê. Bi tenê di sektora hikûmî de mehane nêzîkî 600 milyon dolaran bi karmedan tê dayîn.
Di sektora taybet, şirketên xwecihî û biyanî de jî heger ji wê rêjeyê ne zêdetir be, ne kêmtir e jî. Lê arîşeya bingehîn a vê taybetmendiya Kurdistanê ew e ku li Kurdistanê pere ˈnagerinˈ. Lê li Kurdistanê tên topkirin û ji bo derve tên birin.
Heta ev pirsgirêk neyê çareserkirin, çend caran li niha zêdetir jî pere li Kurdistanê hebin, dê rewşa wê ya aborî dîsa baş nebe, tew heger Kurdistan xwediya diravê xwe yê taybet be jî û nola çapkirina rojnameyan her roj pereyan çap û belav bike, dîsa nabe xwedî aboriyeke aram heta çareseriyê ji wê yekê re nebîne ku divê pereyên ku ji sektora giştî û taybet bi xelkê tên dayîn, pêşî li derketina wan a derve bê girtin û pêwîst e li hundirê Kurdistanê çerx bibin.
Merem ji derketina derve ya pereyan ne ew e ku hindek berpirs û desthilatdar pereyên ku bi rêya gendelî û diziya mal û milkên giştî bi dest dixin derdixin derve, ev beşa piçûk a pirsgirêkê ye. Lê pirsgirêka sereke ew beşa giştî ye ku ji bo bidestveanîna pêdiviyên hemwelatiyan li kirîna berhem û tiştan diçe û venagere.
Gelo her heyv çiqas pereyên Herêma Kurdistanê ji bo kirîna şampo, sabûn û materyalên din ên paqijkirinê derdikevin derve? Çiqas dirav li ser kirîna gulberoj û fistiqan tên xerckirin? Çiqas pere li ser kirîna birinc û rûn, ard, nîsk û nok diçin? Çiqas pereyên Herêma Kurdistanê li ser kirîna şîr, mast û penîr derdikevin derve? Çiqas li ser sîr û pîvazan tê xerckirin? Li ser bacanên sor, xiyar, fêkî û şînkatiyan! Li ser petrol, benzîn, mazot û bi dehan madeyên din!
Ev ji bilî pêdiviyên din ên kelûpelên elektrîkî û germî û sarker û pêdiviyên alavên veguhastinê. Di demekê de ku pêkan bû û niha jî pêkan e ku ev hemû li hundirê Kurdistanê bên berhemanîn. Arîşe di vir de ye û heta ku ev yek çareser nebe, Kurdistan nabe welatekî ku bikare li ser lingên xwe raweste. Di demekê de ku jîngeh, av, hewa û sirişta Kurdistanê kêrhatî ne ji bo ku ew bi xwe xwediya van hemû berheman be.
Ma ne balkêş e ku welatek her sal zêdetirî 300 milyon dolaran bide birinca destkirî ji Çîn û Hindistanê û axa wî bi xwe jî ji bo berhemanîna birincê kêrhatî be! Gelo ne cihê helwestkirinê ye li Herêma Kurdistanê ku xwediya ax û sirişta (çar demsalên tije ye), berhemên şîremeniyê jê re ji Erebistana Siûdî werin ku ava zelal bi pereyan ji bo ajeldariyê dikire?
Ev danberhev ji bo hemû eşya û berheman rast e, tew ji bo teker û bataryayên otomobîlên me jî. Pirsgirêk di serê me de ye. Em siyaseta roj bi roj dikin. Plan û programên me yên demdirêj nînin. Erkê hikûmetê ye ku bi berdestkirina derfetan ji bo şirket û sermayedaran vê pirsgirêkê çareser bike.
Zêdetirî du milyon otomobîlan li Herêma Kurdistanê hene. Gelo her sal çiqas pere ji bo kirîna tekeran diçin derve? Heger salê careke tenê taker bên guhartin, her sal pêdiviya me bi nêzîkî 10 milyon tekeran heye. Her sal pêwîstiya me bi zêdetirî 2 milyon bataryayan heye. Tenê ji bo kirîna teker û bataryayên otomobîlan her sal zêdetirî 1 milyar dolarên Herêma Kurdistanê diçin derve.
Çi wiha dike ku sermayedarên me jî ne li dûv dagirtina vê sûkê bin û timî çavê wan lê be li derve were berdestkirin. Bi taybet ku bazara Iraqê jî li pêşiya Kurdistanê vekirî ye. Wiha jî derfet pir kêrhatîtir e heger îdareyeke siyaseta me ya aborî ya serkeftî hebe.
Zengîn û sermayedar li Kurdistanê pir in. Heger garantî ji wan re bê dirustkirin, ne bi tenê amade ne ku tevaya saman û serweta xwe li welat bidin xebitandin, lê bi sedema baweriya ku wan heye deynên biyanî jî tînin û li Kurdistanê didin xebitandin. Lê ne bi tenê ew garantî bi wan nehatiye dayîn, bi ser de jî li pêşber gefa xûkî standin û desteserkirina saman û serweta xwe ne.
Xwezaya sermayedar jî wiha ye ku li aramî û aştiyê digere. Lewra em dibînin ku roj li dûv rojê ew jî li veguhastina samanê xwe difikirin. Ev yek dê Kurdistanê di warê aborî de qelstir û lawaztir bike.
Hîna derfetên dîtina çareseriyê li pêşber Herêma Kurdistanê hene. Dem maye ji bo ku bibe herêmeke dezgehvanî ku li rûbirûbûna her pêşhat û egereka ku bandorê li ser bihayê petrolê û tevgera bazirganî bike bi xwe bawer be. Lê pêwîstî bi lezkirin û biryarên wêrek heye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin