Artêşa Tirkiyê bingehên xwe li nav Başûrê Kurdistanê zêde dike

Artêşa Tirkiyê bingehên xwe li nav Başûrê Kurdistanê zêde dike

.

A+A-

 Sal bi sal artêşa Tirkiyê hejmara xal û bingehên xwe yên leşkerî li ser axa Başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Di dema 29 salên derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê 50 xal û bingehên leşkerî ava kirine û hikûmeta Iraqê dibêje, ew rê nade axa wê bibe meydana şerê ti welat û aliyan.

Li gor Rêvebirê Nahiya Kanî Masê artêşa Tirkiyê 50 xal û binke di nav axa Başûrê Kurdistanê de çêkirine û 11 ji wan xalan di vê sala dawiyê de hatine danîn.

Cotyar Hecî Ebdulah yek ji wan birîndaran e ku li ber derê mala xwe bi perçeyên topên Tirkiyê birîndar bûye.

Cotyar Hecî Ebdulah dibêje: “Li serê zinarê topan diavêjin û li serê Kevota bi kezî û Kevre Sor dikevin. Tirkiye vê derê topbaran dike, hinek şevan zêdeyî 20 topan li rez û dorûberên me dikevin. Carna jî topên wan ji me dibore li rexê Brîfkayê dikevin.”

Ji sala 1992ê heta niha Tirkiyê 50 xal û binkeyên serbazî li nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê danî ne ku 20 xal li navçeya Amdêdiyê û 24 jî li navçeya Zaxo ligel 5 binkeyên serbazî li Amêdî û zaxo û yek jî li herêma Başîk li Deşta Neynewayê.

Hikûmeta Iraqê jî dibêje rê nadin axa wê bibe meydana şerê ti welat û aliyan.

Berdevkê Opersyonên Hevbeş ê Iraqê Lîwa Tehsîn Xefcî jî got: “Her destdirêjiyeke ser axa Iraqê red dikin. Bê guman hikûmeta Iraqê dijî şerê Tirkiye û PKKê ye. Çendîn rêyên dîplomaî hene ku hikûmeta Iraqê kar li ser dike ji bo ragirtna şe. Herwiha kar berdewam e bi rêya civaka navdewletî û peywendyên dîplomasî yên Wezareta Derve bo çareserkirna vê mijarê.”

Ji sala 1992 heta niha Tirkiye 9 operasyon di nava axa Başurê Kurdistanê de encam dane wekî dibêje sedema wan, hebûna gerîlayên PKKê li navçeyên sînorî ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin