Artêşa Tirkiyê hewl dide 3 gundên Eyn Îsayê kontrol bike
.
A+A-
Hêzên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê herêma Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser, derengî şeva borî, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên ser bi wê, derdora bajarokê Eyn Îsa nêzîkî rêya M4, topbaran kirin.
Ev topbaran piştî ku şer û pevçûn li nêzîkî gundê Seyda li gundewarê Eyn Îsa çêbûn, ku Tirkiyê dixwaze pêşve here.
Ev dema çend rojan e careke din Tirkiyê êrîşên xwe li ser Eyn Îsa zêde kirine û hewl dide 3 gundan li rojhilat û rojavayê wî bajarokî bixe bin destê xwe de.
Di nav 4 mehên borî de, ji ber topbarana Tirkiyê, 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, 16 kes jî birîndar bûne, 6 gund jî bi temamî vala bûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin