Artêşa Tirkiyê hêzên zêdetir dişîne ser sînorê Rojava
Artêşa Tirkiyê karwanekî din ê leşkerî şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Artêşa Tirkiyê karwanekî din ê leşkerî şand ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.
Di demekê de ku Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê lihev kirine û xebatên pêkanîna wê di navbera herdu aliyan berdewam dikin, artêşa Tirkiyê jî li ser şandina hêzê û çek û cebilxaneyan bo ser sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Karwanekî leşkerî ku ji 3 balhilgiran pêk dihat, ji Fermandariya Lîwaya Zirhî ya 20an a Rihayê hat şandin û gihişt Fermandariya Sînor a 3mîn a li navçeya Kahniya Xezalan (Akçakale) ku li wê fermandariyê ji aliyê Amerîka û Tirkiyê ve, ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ bo birêvebirina ‘Navçeya Aram’, hatiye avakirin.
Kahniya Xezalan dikeve hemberî Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.
Di çarçova ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ de, yekem karwanê helîkopteran li ser sînorê Rojava bi awayekî hevbeş dest bi pêkanîna erka xwe kiribû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin