Artêşa Tirkiyeyê li Bedlîsê operasyonek da destpêkirin

Artêşa Tirkiyeyê li Bedlîsê operasyonek da destpêkirin

.

A+A-

Artêşa Tirkiyê li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonekê kir, 2 kes hatin desteserkirin.

Di çarçoveya operasyonê de 2 kes desteserkirin.

Demjimêrên dereng ên şeva borî Artêşa Tirkiyê li gundê Tasûhê yê naveçeya Hîzanê operasyonek daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, gelek leşker û cerdevan beşdarî operasyonê bûne.

Leşkeran derdora gund dorpêç kiriye û bi ser çend malan de girtine.

Ajansa Mezopotamyayê ragihand ku di operasyonê de welatiyê bi navên Secaattîn Karabaşê 76 û Şeref Yilmazê 75 salî hatine desteserkirin û operasyon berdewam e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin