Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje

Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje

.

A+A-

 Artêşa Tirkiyeyê li sînorê gundên navçeya Mawetê ya Silêmaniyê belavok avêtin.

Endamê Rêxistina (CPT) a Amerîkî Kameran Osman 19ê Nîsanê Rûdawê re got, "Piştî nîvro duhî, balafirên artêşa Tirkiyeyê li dirêjahiya Çiyayê Asos û li derdora gundên Gelale, Basawê, Sefre û Zerûnê li sînorê navçeya Mawetê ya parêzgeha Silêmaniyê, belavokên bi zaravayê Kurmancî avêtin xwarê û ji gerîlayên PKKyê xwestiye ku xweradest bikin."

Niştecihê gundê Gelaleyê Husên Qadir jî ji Rûdawê re got: "Piştî saet 03:00yan doh piştî nîvro du balafirên artêşa Tirkiyeyê nêzîkî saetekê li ezmana herêma me geriyan û çendîn belavok avêtin xwarê."

Bi gotina Husên Qadir, wî yek ji wan belavokên li ser rêya gundê Gelaleyê ber bi Silêmaniyê ve dîtiye.

Di belavoka artêşa Tirkiyeyê de wiha hatiye nivîsandin:

“Abdullah Ocalan banga helweşandina PKKyê û danîna çekan kiriye, li gor bangê werin!

Bizanin hevalên te ku xwe radest kirine çi dibêjin:

‘Ez Delal im, min xwe radest kir, dewletê ez parastim. Hemû televîzyon dibêjin ku Abdullah Ocalan ji PKKyê re dibêje, divê xwe helweşîne. Ji şikeftan derkevin, em li bendî we ne.’

‘Ez Cîhad im, ji me re nedigotin ku leşkerên Tirk ewqas baş in. Ez rihet im, xwarina germ dan min, gelekî baş haya wan ji me heye, piştî çend salan, destûr dan ku ez malbata xwe bibînim.’

‘Ez Devrîm Serhad im, rewşa min gelekî baş e, lingê min tedawî kirin, hûn jî xwe radest bikin û ber bi jiyaneke azad ve werin.’

‘Ez Şevger im, li Pîrdoganê bûm, min xwe radest kir, hemû daxwazên min bicih anîn.’

Werin! Vê derfetê ji dest nedin! Xwe bispêrin lêborîna dewletê, baweriyê bi me bikin! Ji şikeftê were derve.

Berî ku gelekî dereng bibe, hilbijêre ku li gel ezîzên xwe di aştiyê de bijî.”

“Tirkiye gundên Amêdiyê topbaran dike”

Kameran Osman behsa tevgera leşkerî jî kir û got,”Doh piştî nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyeyê gundên Spîndarê, Girgaşî, Mijê û Kevnemijê yên li sînorê navçeya Amêdiyê 27 caran topbaran kir."

Abdullah Ocalan, 27ê Sibata îsal bi rêya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bangî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku kongreyê xwe li dar bixe, xwe fesix bike û çekan deyne.

Piştî peyama Abdullah Ocalan ku 27ê Sibata 2025an hat belavkirin û tê de daxwaza çekdanîn û hilweşandina PKKyê kiribû, HPGyê roja 1ê Adara 2025an agirbest ragihandibû.

 Çend meh e Hikûmeta Tirkiyeyê dest bi pêvajoyekê kiriye ku wek pêvajoya çareseriyê tê dîtin û ji bo wê armancê jî çend hevdîtin û civîn di navbera Heyeta Îmraliyê û Abdullah Ocalan, Heyeta Îmraliyê û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê pêk hatin.

Heyeta Îmraliyê herî dawî 10ê vê mehê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin