
Artêşa Tirkiyeyê û çekdaran êrişî gundên Girê Spî kir
.
A+A-
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve, bi çekên giran û topan êrişî gundên navçeya Girê Spî kir.
Li gorî agahiyên medyaya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar îro serê sibehê dest bi topbarankirina herêma bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar gundê El Isêlimê yê navçeya Silûkê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.
Her wiha gundê El-Sûanê jî ku dikeve rojavayê bajarê Girê Spî jî bi çekên giran hatiye armanckirin.
Lê di derbarê zererên wan topbaranan de ti agahî nehatine belavkirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin