Asayişa Kurdistanê: Me dest bi ser 1 ton madeyên teqîner ên PKKê de girt

Asayişa Kurdistanê: Me dest bi ser 1 ton madeyên teqîner ên PKKê de girt

.

A+A-

 

 Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 26ê Nîsana 2022yan daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku “planeke metirsîdar” a li ser Herêma Kurdistanê pûç kirin.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Hêzên Encûmena Asayişê roja 17ê Nîsana 2022an li sînorê Duhokê karî dest deynin ser (yek ton madeya teqîner ji cureya TNT, 10 mûşekên Konkurs ên dijî tankan, 23 motorên droneyên êrîşker, 1200 maskên dîjegaz û 375 yedekên çekên Kilaşînkov.”

Li gor daxuyaniya Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê kesekî navê wî Yûnûs Ehmed Qasim Silêman piştî lêpirsînê lixwe mikur hatiye ku “bi riya berpirsekî YPGê yê bi navê Rodî Hisên ew made û kelûpelên leşkerî gihîştine destê wî, ji bo ew bigihîne destê çekdarên PKKê, da ku li Herêma Kurdistanê bi kar bînin.”

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê diyar kir ku Yûnis Ehmed li kampa Domîz ya Duhokê dijî û di sala 1970 an de ji dayik bûye û ajokarê taksiyê ye.

Herwiha li gor daxuyaniyê destpêka têkiliya Yûnis Ehmed bi berpirsê leşkerî yê YPGê Rodî Hisên re bi telefonê bûye.

Li gor heman daxuyaniyê Yûnis Ehmed eşkere kiriye: “Wî berpirsê YPGê ji min re got ku pêwîstiya hêzên PKKê bi kelûpelan heye û divê îro yan jî sibe xwe bigihînin wan. Herwiha got ku dê wan kelûpelan li Başûrê Kurdistanê bikar bînin.”

Heta niha PKK û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser vê yekê ti daxuyanî nedane.

Çavkanî Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin