Asayîşa Kurdistanê nasnameya kujerê Îsa Babaxanî eşkere kir
.
Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDK-Î ya Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Babaxanî daxuyaniyek belav kir.
Asayişa Hewlêrê li ser terorkirina endamê komîteya PDK-Î ya Rohilat Mûsa Babaxanî ku roja 7ê Tebaxê li Hewlêrê hatibû terorkirin û cenazeyê wî li otelekê hatibû dîtin, daxuyaniyek belav kir û ragihand, gumanlêkiriyê serekî yê wê rûdanê kesek e bi navê Sermed Dawûd Ebd Elî ku wek Saman Îlamî tê naskirin.
Asayişa Hewlêrê daye xuyakirin, tohmetbarê serekî yê wê çalakiya terorê reviyaye Îranê lê fermana girtina wî hatiye dayîn û hewlên girtina wî berdewam in. Her pêşhatek nû jî rû bide dê raya giştî were agahdarkirin.
Asayişa Hewlêrê di berdewamê de diyar kiriye, bila xelkê Hewlêrê piştrast bin ku emê wek her car can û malê wan biparêzin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin