Asayîşa Rêveberiya Xweser 5 girtiyên ENKSyê berdan
.
Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 5 girtiyên ENKSyê serbest berdan.
Endamên ENKSyê Bêrîvan Êsmaîl, Fewaz Salih Benko, Ebdulrehman Mihemed Şeng, Xalid Mîrzo û Bengîn Birîndar hezîran îsal ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve hatibûn girtin.
Ew girtiyên Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) serbest hatin berdan.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Fewaz Benko ne baş e.
6 endamên ENKSyê hîn jî girtî ne
Serokê ENKSyê Silêman Oso jî ji Rûdawê re got ku endamên ENKS Rakan Ehmed, Merwan Liyanî, Hesam Dorsin, Ehmed Sofî, Fethî Serhan û Remedan Mihemed Hacî heta niha nehatine berdan.
Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif jî beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê bû û derbarê girtiyan de axivî.
Feysel Yûsif ji Rêveberiya Xweser xwest ku 6 endamên din ên ENKSyê bêne berdan.
Bi gotina Feysel Yûsif endamên wan ên hatine girtin tenê karên siyasî kirine.
Li aliyê din li ser sedema girtina wan Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ti daxuyanî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin