Asta berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê ya sala 2024an û astengiyên şandina wê ya sala 2025an

Asta berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê ya sala 2024an û astengiyên şandina wê ya sala 2025an

.

A+A-

Mehmûd Baban

 

Hemû çav li ser civîna sêalî ya Bexdayê bûn ku duh di navbera kompaniyên navneteweyî û berpirsên Hewlêr û Bexdayê de hat lidarxistin û bê encam bi dawî bû.

Ev jî di demekê de bû ku berê Bexdayê ragihandibû ku dê di saetên pêş de petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya boriyê bişîne derve; ew kar çênebû ji ber ku kompaniyên navneteweyî yên petrolê ku veberhênan li Herêma Kurdistanê kirine û nêzî du li ser sêyê hemû petrola Herêma Kurdistanê hildiberînin, ne amade ne bi vê rêbaza niha ku Bexda û Hewlêrê li ser wê li hev kiriye, petrolê bixin nav boriyê.

Di rastiyê de, serrastkirin û diyarkirina mesrefa berhemanîna bermîleke petrolê bi 16 dolarî di Parlamentoya Îraqê de û destpêkirin û bicihkirina yasayê, gaveke girîng bû lê nezelalbûna mîkanîzma dayîna pereyan bi kompaniyan di rabirdû û paşerojê de, her wiha pirsa pabendiya yasayê ku tenê ji bo du mehan e ji dema derçûnê ve, wiha kirin ku hemû pirsgirêk çareser nebin û petrol neyê hinartin.

Niha, piştî serraskirina budceyê û diyarkirina mesrefa 16 dolarî ji bo bermîleke petrolê, sê pirsgirêkên sereke derketine pêşiya pêvajoya şandina petrolê, ya yekem daxwaza Herêma Kurdistanê ye ku li ser çiqasiya berhema petrolê û petrola ku ji bo pêdiviyên navxweyî tê veqetandin li hev bikin, ya duyem daxwaza kompaniyan e ku li ser deynên wan, parastina girêbestên wan û şêwaza wergirtina pereyên petrola hilberandî û şandina berdewam, lihevkirineke nivîskî hebe, ya sêyem jî pabendiya hikûmeta Îraqê ji bo berhema petrolê û şandina wê di sala 2025an de ye.

Digel van her sê pirsgirêkan, pirsa qedandina girêbesta boriya şandina petrolê di navbera Tirkiye û Îraqê de heye ku îsal bi dawî tê û divê were nûkirin. Daxwazên nû yên Enqereyê jî hene. Li gorî daneyên berhevkirî, asta berhemhênana rojane ya petrolê li Herêma Kurdistanê di sala 2024an de bi navincî 314 hezar bermîlên petrolê bû, ku ev jî nêzîkî 100 hezar bermîl kêmtir e ji wê tibaba ku di budceyê de wekî para Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin di beranberî radestkirina petrolê ji SOMOyê re.

Di vê raporê de, em ê li ser asta berhemanîna kêlgeh bi kêlgeha petrolê li Herêma Kurdistanê û egerên şandina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê rawestin û fokusa sereke jî dê li ser terazûya hêzê û wê yekê be jî; çima her cara ku aliyek tê pêş, aliyê din daxwazên zêdetir dike yan berevajî.

Herêma Kurdistanê di 2024an de rojane zêdetirî 314 hezar bermîlên petrolê hilberandiye

Sala borî, daxuyaniyên cihêreng derbarê tibaba berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê hatin dan û kompaniyên navneteweyî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, ji ber firotina petrolê bi sûka navxweyî û berdewamiya girtina qufla boriya şandina petrolê, negihiştine asta berî Adara 2023an ku şiyana berhemanîna nîv milyon bermîlên petrolê rojane hebû, lê niha kêm bûye bo 314 hezar û 713 bermîlên petrolê yên rojane, ku ev jî ne tenê nagihe wê mîqdara ku di budceyê de jê re hatiye diyarkirin da ku radestî SOMOyê bike, li dewsê tê xwestin pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê jê bên derxistin û bên dabînkirin.

Mezintirîn kêlgeha petrolê ya Herêma Kurdistanê, kêlgeha petrolê ya Xurmeleyê ye ku niha asta berhemanîna wê ji bo navinciyeke rojane ya 100 hezar bermîlên petrolê daketiye, di demekê de ku berê du qat bû û berî girtina boriya hinartina petrolê, ji vê zeviyê nêzî 180 hezar bermîlên petrolê dihatin hilberandin.

Piştî Xurmeleyê, kêlgehên petrolê yên Pêşxabûr û Tawkê wekî duyem mezintirîn kêlgehên petrolê tên hesibandin ku kompaniya DNOyê bi rê ve dibe, asta berhemanîna wê jî di 2024an de gihîştiye zêdetirî 78 hezar bermîlên petrolê yên rojane, di demekê de ku berî Adara 2023an, nêzîkî 105 hezar bermîlên petrolê yên rojane hebûn.

Ya ku bala mirov dikşîne; asta berhemanîna petrolê di kêlgeha petrolê ya Teq Teqê de ye ku sala borî bi navincî sifir bû, ji Gulana 2023an ve kompaniya Genel Energyê karkirina xwe tê de rawestandiye û dosyeya bidawîanîna xwe daye hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ev kêlgeh di rojên destpêkê yên şandina petrola Herêma Kurdistanê ji bo derve di 2014an de, zêdetirî 103 hezar bermîlên petrolê berhem dianî, lê ji ber têkçûna pêkhateya jeolojîk a kêlgehê di 2017an de, asta berhemanîna wê bo jêr 5 hezar bermîlan di rojê de daket ku li gorî rapora Genel Energyê, kêlgeha petrolê di 2023an de hîn jî 23.4 milyon bermîlên petrola yedek tê de hebûn.

Her wiha, niha kêlgehên petrolê yên Şêxan, Serseng û Etrûşê bi tevahiya şiyana berhemanînê kar dikin û bilindtirîn asta berhemanînê di 2024an de bû, di kêlgeha petrolê ya Sersengê 33 hezar, Etrûşê 30 hezar û Şêxanê zêdetirî 40 hezar bermîlên petrolê yên rojane hebûn.

Berhema kêlgeha petrolê ya Serqela û Hesîre li Germiyanê li gorî detayên komkirî ji tankeran rojane digihêje zêdetirî 9 hezar bermîlan, herçend di dawiyên meha 8 a borî de berhemanîn li kêlgeha Çiyasurxê hatiye rawestandin ku asta berhemanîna wê ya rojane 2 hezar bermîlên petrolê yên rojane bû.

Tibaba ku Herêma Kurdistanê vêga berhem tîne nikare bi hev re pêdiviyên navxwe û miqdara diyarkirî wekî di budceyê de hatiye, dabîn bike, ji ber ku di dema borî de kerta rafîneran berfirehtir kiriye û digel dehan rafînerên neyasayî ku veberhênan li wan hatiye kirin û kar dikin, şiyana niha ya rafînerên Kar, Lanaz, Qeywan, Dûkan û Foksê gihîştiye zêdetirî şiyana parzûnkirina 200 hezar bermîlên petrolê yên rojane.

Dawî

Rast e niha astengiyên qanûnî li pêşiya şandina petrolê bi terxankirina 16 dolaran ji bo mesrefa berhemanînê nemane û Bexda û Hewlêr li ser şandina petrolê bi boriyê li hev kiriye lê çi ji daxwaza kompaniyên navneteweyî yên petrolê tê kirin ku ji ber serdestiya xwe daxwazên nû û garantiyên nivîskî û îmzekirî dixwazin?

Her wiha, ew jî rast e ku ji destpêkê ve dibe ku Bexda hemûyê nexwaze ji ber pabendiya xwe bi asta diyarkirî ya berhemanîn û şandina OPECê, lê tewra eger ji bo hundir jî be, bêguman wekî dibêjin hesab û kitabên wê divê, ne ku mesrefa bermîleke petrolê du qatan li ser bikeve. Gelo radestkirina ji SOMOyê re tê wateya şandina petrolê yan firotina wê bi hundir?

Gelo çi tê serê pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê ku di van salan de ji ber hebûna petrolê li hundir, kerta parzinandin û safîkirina petrolê berfireh bûye û parzûngehên nû hatine damezrandin, ev jî digel ku gelo firotina wê li hundir, dê bi heman nirxê cîhanî be yan bi nirxê niha? Her wiha, çawa miamele ligel parêzgehên Herêma Kurdistanê tê kirin. Gelo nirxê benzîna ku piştgiriya wê tê kirin li vir jî dê bibe wekî Bexda û deverên din?

Ji Adara 2023an heta Adara 2025an, daxuyanî û daxwazên cûrbicûr, mizgîniyên xweş û nexweş derbarê şandina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Bendera Ceyhanê hebûn, lê ya tê dîtin; rast e pirs di navbera Hewlêr û Bexda û kompaniyan de ye, lê her qonaxekê serdestiya aliyekî û razîbûna aliyekî din li ber guherînan bi aşkerahî tê dîtin, heta rojên berî pejirandina serraskirin û guherandina yasaya budceyê, pirs mesrefa bermîleke petrolê bû, lê niha pirs ji bo kompaniyan deynê 6 mehên berî rawestandina şandina petrolê ye, ji bo Herêma Kurdistanê tibaba pêdiviyên navxweyî ye û ji bo Bexdayê jî her çi zûtir dîsa şandin e, ji ber ku îdareya Trump daxwazê jê dike.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin