Astronotên bi SpaceXê çûbûn fezayê piştî 6 mehan vegeriyan ser rûyê dinyayê
.
A+A-
Astronotên li Westgeha Navdewletî ya Fezayê (ISS) piştî bidawîkirina karê xwe yê 6 mehan vegeriyan ser rûyê dinyayê.
4 astronotên NASAyê yên bi navên; Mike Hopkins, Victor Glover, Shannon Walker û artronota Japon Soichi Noguchi bi kapsula SpaceX û di nav 6 saet û nîvan de gihîştin eylaeta Florîda ya Amerîkayê.
Hat ragihandin ku cara yekem e piştî 53 salan wesayîteke fezayî di saetên şevê de dadikeve ser erda dinyayê.
Atronot meha Mijdara 2020an bi roketa kompaniya SpaceX a fezayê ya Elon Musk, bo westgeha fezayê hatibûn şandin û piştî bidawîbûna xebata wan a 6 mehan bi selametî vegeriyan ser rûyê dinyayê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin