Ava Çemê Mûnzurê rêya Pulurê girt!
Barîna barana zêde û xetereya lehîyê li Bakûrê Kurdistanê jî heye. Ev du roj in barîna zêde kir ku ava Çemê Mûnzûrê di ser ra avêt û rêya Dêrsim-Pulurê girt.
A+A-
Li Dêrsimê piştî barana ku du roj in dibare, ava Çemê Mûnzurê di ser ra avêt û rêya di navbera navenda Dêrsim û navçeya wê Pulurê de ji çûnûhatinê ra hat girtin.
Piştî barana gur û helîna berfê îro Çarşemê 10ê Avrêlê, serê sibê da, ava Çemê Mûnzurê li çend cihan di ser ra avêt û rê ji çûnûhatina wesayîtan ra hat girtin.
Li devera Halvorî, Pira Venk û çend cihên din ji ber ava zêde wesayît niha nikarin çûn û hatinê bikin.
Herwiha welatiyên ku dixwazin bi rêya Xozat û Kemereşa herin navçeya Pulurê jî ji ber ku berfê rê girtine, nikarin herin navçeyê.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin