Axaftina Fîkret Yaşar di bîranîna Helebceyê da

Axaftina Fîkret Yaşar di bîranîna Helebceyê da

Li Teşkîlata Wanê ya PAKê bi minasebeta Bibîranîna Jenosîda Helebçeyê rewşenbîrê Kurd Fikret Yaşar axaftinek kir.Ev jî axaftina Fîkret Yaşar e:

A+A-

Slav û rêz bo gelî welatperweran.

Slav û rêz bo kedkarên tevgera azadîya Kurdistanê.

Gelo, îro ji bona bîranîna komkujîya Helepçê em li virê ne.

Gelî ezîzan, komkujîya Helepçe mîna xencereke jengî ser dilê Kurdan daçkilî ye.

Her demên baharê, heyvên Adarê birîna me dikiwije û dile me disoje.

Bêhna sêvan jî bîna çekên kimyevî me xemgîn dike. Çimkî bêhna sêvan kuç û kolanan, der û pencereyan da qesta jîyana Kurdan kiribû.

Wekî mirov bera xwe bide te dîroka Kurdistanê, şîn û tazî, girtin û kuştin û koçberî lê kêm nebûye.

Helbet ne tenê Helepçê qetlîam bûye, dîroka me  ya nêz de; Kurdistana  Sor, Gelîyê Zîlan, Dêrsim, Koçgirî, Mehabad, Kamîşlo û çend damezrîn û berxwedanên Kurdan da girtin û kuştin û koçberî hene.

 

Bes Helepçe yekemîn e bo çekên kimyevî pêk hatîye.

Wek Hîroşîmayê piştî bombebaranê hezaran kes mirin û seqet man.

Bingeha van qetlîaman di dîroka dinyayê da heye.

Di Şerê Yêkemîn ê Dinyayê da devleta Osmanlî têk çû.

Devletên serdest ên mîna Sovyet, Îngilîz û Fransiz li ser axa Osmanlîyan di Rojhelata Navîn de planên xwe rêbirin.

Gor van planan Kurdan jî dê rolek dabanê, bes bera xwe danê ku Kurd aqlên bindestên oldarên xwe ne, ji ber hindê roleke gring nedane van.

Îngilizan kurê melikê Mekkê Faysel kirine kralê Iraqê.

Sala1932an Iraqê serxwebûna xwe îlan kir. Sala 32an heta sala 60î da desthilatdarî navbenda her du cûnan çend caran dest gohorî. Sala 58 ê General Ebdul Kasim şoreşek leşkerî ve bu hukumdarê devletê. General Qasimî makezagona Iraqê guherî û mafên Kurdan da nivîsîn. Gor madda 3 û 9an Kurd û Ereb xweyî dewletan bûn û dewletê 2 zimanên fermî hebûn, ev jî Erebî û Kurdî bûn. Salên 63an partîya Beesê şoreşek hember Qasimî pêk anî û rejîm kete destê sosyalistan. Bi bandora Sovyetê ve rejîmê 11 Adarê sala 70î da peymana aştîyê gel Barzanî amade kir. Seddam û Nemir Barzani 11ê Adarê sala 74an jî hukmê otonomîyê imze kirin. Gor otonomîyê Suleymanî, Hewlêr û Duhok bajarên Kurdan hate hesibandin. Kerkûk jî bi referandumê dê kifş biba.

Bes Emerika ji vê peymanê ne razî bû, ji ber hindê jî alîkarîyê xwe ji Kurdan qetand.

Seddamî bera xwe dayê ku Kurd mane bê xwayî, ser Kerkukê da hecet rê birin û bin da jî gel şahê İranê vasita dewletên Ereban ve diplomasîyek pêk anî. Gor vê dîplomasîyê Şatul Ereb û derdorên vê dê da ba İranê hember vê jî İranê dê alîkarî ji Kurdan qetandiba.

Sala 75an ev peymane li Cezayîrê pêk anîn û dawî yê da otonomî têk çû.

Kurd carek dî vekêşîyane çîyayan.

Du da Îran têk çû û şoreşa Xumeynî destpê kir.

Seddamî hizir kir ku Îran têk çû û dê Şatu’l Erebê paş ve bistîne, ji ber hindê qesta şer kir.

Navbera Îran û Iraqê şerek destpê kir û ev şer 8 sal dom kir. Dİ wî şerî da her du dewletan Kurd ajotine enîya şer. Bes para pitir Kurd alîyê Îranê bûn.

Îran bi alîkarîya hêzên pêşmergan ve nav axa Iraqê pêşkevt û derdora Helepçe sitand.

Têkelî ya Kurdan ji gel İranê Seddam gelek aciz kiribû. Ji ber hindê sala 86an heqqê Kurdan da biryarek tund da. Ev biryar jî " tevgera enfalê" bû. Yanî fermana qetla Kurdan bû.

Seddamî, sala 86an heta 88an li hember Kurdan “tevgera enfalê” pêk anî

Walakirina bajar û gundan li gel îşkence û kuştunan berdewan kir.

Tevahîya tevgera enfalê heta ku gihişt dema Helepçê set hezaran Kurd hatine kuştin û seqet man. 

Bombekirina  atomê li Hîroşîmayê  5 hezar kes seqet mabûn,  bes gor çavkanîyan, li Helepçê 7 hezar kes seqet ketin, set hezaran zêdetir jî koçber bûn.

Tê zanîn ku navbera salên enfalê nêzîkî 180 hezar Kurd hatine qetilkirin û hin jî berze bûn.

Belê:

31 sal berê niha 16 Adarê balafirên Seddam ser bajarê Helepçê firin û bombebaran kirin.

Wê demê sûceke herî mezin û herî giran ê dîrokî li hember Kurdan bi çekên kimyevî re pêk hat.

Zarok, jin, pir û kalên Kurdan bi bêhna sêvan ve qesta mirinê kirin.

Ji hingî pêda heta îro bo Kurdan bêhna sêvan mîna bêhna mirinê ye.

Zarokên Helepçê jî piştî bombebaranê bi keyf, bi coş der pencere vekirî bûn,  da ku bêhna sêvan tijî mal be, bes nezanîbûn ev bêhn, bêhna mirinê ye.

Serdestên Kurdan, piştî Helepçê jî nerawestan, bajarên Kurdistanê yên dî vekî Helep, Efrîn, Şengal, Kobanî, Musil, Kerkûk, Amed, Şernex, Cizîr, Slopî, Gever û Nisêbin wêran kirin.

Bes dibe bête zanîn ku ev komkujî yên Kurdistanê pêk hatî wek Hiroşimayê rûreşîya dinyayê ye.

Çimkî dinya hember qetlîaman bê deng mabû.

Dema qetlîama Helepçê da yêkitî ya dewletên Îslamî jî ser pirsgirikên civata Islamî di civînê da bûn, belê qet behsa helepçê nekirin, behsa pirsgirêka Kosovayê dikirin.

 

Bo çi?

Ji ber ku hinek ji wan dewletan desthilatdar û dagirkerên Kurdistanê bûn, li gor berjewendîyên dewletên xwe da bêdeng man.

Di dawîyê da welatên bîyanî Seddam û kimyasal Elî darizandin û dardekirin, bes ne ji bona komkujîya Kurdan, bona komkujîya şîeyan.

 

Gelo; Helepçe an jî qetlîamên dî mîna xencerek jengî li ser dilê Kurdan da daçkilî ye.

Dibe ku Kurd bizanin bo çi têne kuştin!

Heke sebeba vê zanîn, dê bizanin Kurd miletek in.

Zimanekî wan heye.

Welatekî wan heye.

Hela kesên oldar û xwedî bawerîyê divê bizane ku ev maf e, mafên îlahî ye.

Li gor Qur'anê ev mafene li alîyê Xwedê ser Kurdan ferz bûye.

Sûreya Hucurat ayeta 13an da dibêje: “ me, hûn wek jin û mêrekî afirandin û qewîm, qewîm cuda kirin, da ku hûn hevdu binasin û têkilîyan pêk bînin.”

Sûreya Rûm ayeta 22an de ji dibêje:” me erd û asîman, reng u ziman da hevê”.

Sûreya Îbrahîm ayeta 4an jî dibêje:" me her qewmekê resûlek ser zimanê van şandin, da ku peyamên me têbigihin."

Li gor van ayetane kesê mafên xwe yên îlahî ne razî be û ne parêze wisa ne ku ji teqdîra îlahî jî nerazîye, ev jî şîrk e!

Kesên mafên gelê xwe xweyî ne derkevin, dê hember Xwêda û dîrokê jî şermezar û gunehkar bin.

Belê, em xemgîn in ji bo dîroka  Kurdan çimkî şîn, tazî, girtin û kuştin tê da hene, belê  dibe em bizanin jî tevgera azadîyê gav bi gav pêş ve diçe.

Her pênç parçên Kurdistanê de hest û ramanên Kûrdewarî jî roj bi roj, pêngav bi pêngav pêş dikeve.

Bila bête zanîn bîranîna zulmê, rêya tekoşîna azadiyê de motivasyoneke herî mezin e.

Bibîr bînin, da ku mafên xwe xweyî derkevin.

Bona sebir û guhdarîya we spasîya xwe pêşkêş dikim.

Xweda dergehek xêrê bo kurdan veke, di vê dergehî da aramî, azadî û serxwebûnê bike nesîb, da ku jîyaneke serbixwe bijîn.

Amîn

van2-002.jpgvan3-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin