AYM: Mafê Demirtaşî hatîye binpêkirin.
Dadgeha Destûrê ya Tirkîyê (AYM) di derbarê hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de bi koma dengan biryarek da û qebûl kir ku ji ber girtina wî bo demeke dirêj, mafê Demirtaşî hatîye binpêkirin.
Navenda Nûçeyan - Têkildarî rewşa Demirtaşî, dadgehê dîyar kir ku girtina Demirtaş demeke maqûl derbas kirîye û biryar da ku di derheqê wî de li gor madeya 19 a Destûra Tirkîyê, binpêkirin hatîye kirin.
Dadgehê herwiha biryar da, ku hikûmet 50,000 Lîreyên Tirkîyê tezmînata manewî bide Demirtaş.
Demirtaş li ser doza derbarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an yên têkildarî Kobanîyê de, cezayê zîndanê lê hatibû birîn. Dema cezaya Demirtaş, li gor brîyara dadgehê ji roja 4ê Mijdara 2016 ve destpê kir û li gor biryara dadgehê di 2ê Îlona 2019an de bi dawî dibû, lê tevî bidawîbûna dema girtina wî, Demirtaş nehat berdan û heta niha jî di zindanê de ye.
Dadgeha Destûrê ya Tirkîyê derbarê serlêdana Demirtaş a têkildarî lêkolîna girtina wî de biryar da, ku ev yek ne erka wan e.
Herwiha dadgehê serlêdanên Demirtaş ên bo daxwaza berdanê û îtîraza li dijî girtîbûna xwe ku biryar li ser nehatibû dayîn, bi sedema ku serlêdana jibo wê yekê ya bo Dadgeha Bilind di dema xwe de nehatîye kirin, red kirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin