Babacan: Pirsa Kurd heye û çareseriya wê hemwelatîbûna wekhev e

Babacan: Pirsa Kurd heye û çareseriya wê hemwelatîbûna wekhev e

.

A+A-

Serokê giştî yê partiya DEVAyê Alî Babacan dibêje,Çareseriya pirsgirêka Kurd di feraseta hemwelatîbûna wekhev re derbas dibe. Her welatiyek wekhev û birûmet e.

Îro 4ê Kanûnê 2022ê Serokê Partiya DEVA Alî Babacan li parêzgeha Semsûra Bakurê Kurdistanê bû û li vir bi alîgirên partiya xwe re civiya.

Babacan di gotara xwe de mijara pirsa Kurd li Tirkiyê nirxand û di derbarê vê mijarê de siyaseta Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi tundî rexne kir.

Babcan got, “Berê birêz Erdogan digot, ‘Pirsa Kurd heye û ev pirsgirêka mine jî’. Wê demê ew hikûmeta ku min jî têde cih digirt hinek hewildanên xwe di vê mijarê de hebûn. Çû û hat, li aliyekî xwe Bahçelî danî û li aliyekî xwe jî Perînçek daniye. Dibêje ‘tiştek bi navê pirsa Kurd tuneye’. Dema li aliyekê Bahçelî û li aliyekî Perînçek hebe ji xwe gotineke din ya ku bibêje namîne. Birêz bahçelî herî dawî kengî hat Adiyamanê? Mirov li Enqere rûne û biaxive hêsane.”

Serokê Giştî yê DEVAyê di berdewama axaftina xwe de got, ku pirsa Kurd heye û çareserkirina vê jî helwesta dewletê ya li hemberî maf û azadiyên bingehîn e.

Babacan têkildarî wê mijarê got: “Di nav dewletê de divê mafê her kesî wek hev be. Çareseriya vê jî hemwelatîbûna wekheve. Her welatiyek wekhev û birûmet e. Her welatî dema ji dayîka xwe dibe divê hemû mafên xwe bijî. Dewlet jî vî mafî dide welatiyan.”

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin