Babekir Zêbarî: Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka giring e û em jî li benda berdewambûna hevkariyê ne
.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî, behsa wê dike ku Herêma Kurdistanê bûye herêmeke stratejîk a girîng û ev nêrîna Amerîkayê jî girîng e.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê bo karûbarên leşkerî Ferîq Babekir Zêbarî ji BasNewsê re ragehand: “Li gel hilbijartinên Amerîkayê, hindek guhertin dê bên kirin û ew jî bi Serokê Amerîkayê bi xwe ve girêdayî ye, nek bi sîstema siyasî ya Amerîkayê, bo me hatina Trump taze û ji nişkave jî nîne, berê di serdema Trump de, rolê pêşmergeyên qehreman di rûbirûbûna bi DAIŞ û terorê de leyîstiye û wan jî ew rol bilind nirxandiye.”
Herwaha got, “Pêgeha Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê pir girînge û ev erdnîgariya Kurdistanê bo Amerîkayê girînge, ji aliyekê ve Tirkiye, li aliyê din ve Îran, Iraq û Sûriyê, ku Kurdistanê kariye siyaseteke hevseng li herêmê bimeşîne, di ti rewşekî de Amerîka dest ji piştevaniya Kurdistanê berde û Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê bûye stratejiyek, em jî li bendêne ku alîkarî û piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam be û di asta wezareta berevaniya Amerîkayê çendîn car hatine agahdar kirin ku destxweşiya wan heye bo rola hêzên Pêşmerge.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin