Bafel Talebanî: Ji bo hevkariyê deriyê me her vekirî ye

Bafel Talebanî: Ji bo hevkariyê deriyê me her vekirî ye

.

A+A-

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî di peyama xwe ya bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê de banga hevgirtin û yekrêziyê kir.

Bafel Talebanî got: “Ji bo hevkariyê deriyê me her vekirî ye.”

Endamê Serkirdetiya YNKê Bafel Talebanî bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê peyamek belav kir.

Talebanî got: “Hewldanên me yên berê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û lihevkirina aliyan, wê bi heman awayî bidome. Em li herêmê  aştiyê dixwazin. Em di aştî û jiyana hevbeş de rikdar in. 

Bafel Talebanî destnîşan kir ku pirsgirêkên navxweyî yên nav Kurdan bi yekrêziya aliyên Kurd pêkan dibe û got: “Deriyê me ji bo hevkariyê vekirî ye û dê her tim vekirî bimîne.” 

Serokê YNKê Bafel Talebanî wiha dirêjî da peyama xwe: “Em rêzê li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê digirin û dixwazin tev bi hev re pirsgirêkên nav xwe çareser bikin. Ya ku me hemûyan hewceyê hev dike yekîtî ye. Ger em bibin yek, em dikarin mafên xwe mîsoger bikin. Azmûna berê nîşan da ku parçebûn xizmeta tu aliyan nake. Bi nêrînek mezintir û neteweyî divê rojeva me xweştirkirina jiyana gelê me û siberoja Kurdistanê be.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin