
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
.
A+A-
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got ku PKKê agirbest ragihandiye û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesihkirinê eşkere kiriye, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.
Talebanî di hevpeyvîneke bi televîzyonê de li ser banga Abdullah Ocalan û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê dest pê kiriye axivî û got, PKKê agirbest ragihand û amadebûna xwe ji bo lidarxistina kongreya xwe fesihkirinê eşkere kir, lê balafir û dronên Tirkiyeyê nahêlin ev yek bê kirin û her roj bombebaranan dikin.
Serokê YNKê herwiha gotiye ku Amerîkiyan jî jê re gotiye ku ‘dronên Tirkiye derfetê nadin PKK kongreya xwe lidar bixe.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin