Bajar bi bajar nifûsa Bakurê Kurdistanê çi qas e?
.
Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu derbarê dersên Kurdî yên bijarde got, “Divê ji bo zarokan derfet were dayîn. Bila zarokên Kurd û Tirk jî hînî zimanê Kurdî bibin.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê serlêdana hilbijartina dersên bijarte yên ku di sala perwerdeyê ya 2024-2025an de li dibistanan bên dayîn 30ê Kanûna Paşînê dest pê kir.
Serlêdanên ji bo dersên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) dê heta 12ê Sibata 2024an berdewam bikin.
Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Salîm Ensarîoglu bû mêvanê bultena Rûdawê û têkildarî vê mijarê axivî.
“Divê ji bo ciwanan derfet were dayîn”
Ensarîoglu li ser pirsa “Hûn dikarin ji bo dersa bijarte ya zimanê Kurdî li parlamentoyê çi bikin?” got:
“Ez li parlamentoyê serbixwe me û bi tenê me. Ti hêza min nîne. Tenê partî, serokê wan dicivin û bi hev re biryarekê didin.
Ez wisa bêjim, zarokên me divê bi zimanê xwe biaxivin. Ez behsa zimanê fermî nakim, zimanê fermî cihê nîqaşê ye. Divê li parlamentoyê were nîqaşkirin.
Zererên wê ji dewletê re hene yan na, kara wê çi ye? Ew mijarên cuda ne.
Wexta ku zarok bixwazin Kurmancî û Zazakî hîn bibin divê derfetek were dayîn. Xwezî zarokên Tirk hînî Kurmancî û Zazakî bibin.”
“Divê ez berî Îngilîzî fêrî zimanê Kurdî bibim”
Ensarîoglu behsa bîranîneke xwe ya bi Suleyman Demîrel re kir û got:
“Di axaftinek xwe de ji me re got, ‘Eger ez rojeke din werim cîhanê divê ez beriya Înglîzî hînî zimanê Kurmancî bibim.’
Me got çima? Wî jî got, ‘Em niha Înglîzî hîn dibin ji bo em rojekê derkevin û bi wî tîcaretekê bikin lê li welatê me 15-20 milyon Kurd hene. Divê di serî de ez zimanê wan hîn bibim, bi wan re biaxivim, em hevdû fam bikin.'”
Ensarioglu li ser fikra ÎYÎ Partiyê: Ez ji ber kesî ve xeber nadim
Li ser pirsa “Di mijara zimanê Kurdî de nêrîna ÎYÎ Partî û Akşenerê çi bû?” Ensarîoglu got:
“Eger fikra me yek ba ez dê niha jî di ÎYÎ Partiyê de bam. Me di hinek tiştan de hevdû fam nekir û ez jî veqetiyam.
Divê tu vê pirsê ji wan bipirsî. Ez ji ber kesî ve naxivim, ez li ser navê xwe diaxivim.”
“Ez nikarim li parlamentoyê bêjim û li pişta wê bisekinim”
Salîm Ensarîoglu beriya niha jî li ser hesabê xwe yê Xê ji bo hilbijartina dersên Kurdî bangî malbatên Kurd kiribû.
Ensarîoglu di axaftina xwe de behsa daxuyaniya xwe kir û got:
“Ez nikarim wekî partiyeke li parlamentoyê bêjim û li pişta vê bisekinim. Min wekî kes bi rêya twitterê (X) daxuyaniya xwe parve kir.
Ez gelek caran diçim Diyarbekirê û têm. Ew jî tên vir ji ber karê xwe, ji ber tayîn, nexweşî û wekî din tên Enqereyê.
Ez li ciwanan dimeyîzînim, bavê wî, dêya wî yan Kurmanc in yan Zaza ne lê ew Zazakî û Kurmancî nizanin.
Divê hîn bibin eyba vê nîne. Ev zimanê bav û kalê we ye. Zimanê Tirkî jî zimanê fermî yê dewleta me ye.
Hûn çima ji ber vê yekê ji bîr dikin. Dê bi demê re ev winda bibe. Ji ber wê min daxuyanî da.”
“Bila em zimanê xwe ji bîr nekin”
Ensarîgolu herî dawî got:
“Ne wekî partî, meclîs ez ji milet re dibêjim hem ji Kurdan û hem jî ji Tirkan re, 20 milyon însan li vî welatî, ango ji 4an yekê vî welatî Kurmancî û Zazakî xeber didin. Bila em vî zimanê xwe ji bîr nekin.
Gedeyên Kurdan jî gedeyên Tirkan jî em giş birayê hev in, bila zimanê Kurmancî û Zazakî hîn bibin. Ez vê dixwazim.
Bi awayekî fermî divê serokên partiyan bicivin, wekî hikûmet wekî dewlet biryarê bidin. Ew mijareke cuda ye.
Tayib Erdogan (ji bo ziman) hinek gav avêtin. Bi Kurmancî televîzyon vekir lê wekî berdewamî burokrasiyek çênekir.
Lê ez dixwazim vê yekê bibêjim, divê rêya burokrasiyê vekin, bila asteng jê re çênebe.”
Di nav 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de Riha bi 2 milyon û 213 hezar û 964 kesan di rêza yekem de ye.
Dîlok bi 2 milyon û 164 hezar û 134 kesan di rêza duyem de ye û Amed bi milyonek û 818 hezar û 133 kesan di rêza sêyem de ye.
Parêzgeha Dêrsimê jî bi 89 hezar û 317 kesan bajarê herî biçûk ê Bakurê Kurdistanê ye.
Li bajarên erdhejê nifûs kêm bûye
Li parêzgehên Semsûr, Mereş û Meletiyê ku erdhejên 6ê Sibatê bandoreke zêde li wan kir, ji ber kesên canê xwe ji dest daye û koç kiriye nifûs kêm bûye.
Li Semsûrê nifûs ji 635 hezar û 169 kesan daketiye 604 hezar û 978 kesan, wate bi qasî 30 hezar û 191 kesan kêm bûye.
Li Mereşê nifûs ji milyonek û 177 hezar û 436 kesan daketiye milyonek û 116 hezar û 618 kesan, ango 60 hezar û 818 kes kêm bûne.
Li Meletiyê nifûs ji 812 hezar û 580 kesan daketiye 742 hezar û 725 kesan, ango 69 hezar û 855 kes kêm bûne.
Hejmara Nişteciyên Parêzgehên Bakurê Kurdistanê:
2022 2023
Riha: 2,170,110 2,213,964
Dîlok: 2,154,051 2,164,134
Amed: 1,804,880 1,818,133
Wan: 1,128,749 1,127,612
Mereş: 1,177,436 1,116,618
Mêrdîn: 870,374 888,874
Erzirom: 749,754 749,993
Meletî: 812,580 742,725
Sêwaz: 634,924 650,401
Êlih: 634,491 647,205
Semsûr: 635,169 604,978
Xarpêt: 591,497 604,411
Şirnex: 557,605 570,745
Agirî: 510,626 511,238
Mûş: 399,202 399,879
Bedlis: 353,988 359,747
Sêrt: 331,311 347,412
Colemêrg 275,333 287,625
Çewlîg: 282,556 285,655
Qers: 274,829 278,335
Erzingan 239,223 243,399
Îdir: 203,594 209,738
Kilîs: 147,919 155,179
Erdexan 92,481 92,819
Dêrsim: 84,366 89,317
Giştî: 17,117,048 17,160,136
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin