Bajarê Amedê, cara yekem bû konferansek bi vî rengî pêk hat

Bajarê Amedê, cara yekem bû konferansek bi vî rengî pêk hat

.

A+A-

Cano Amedî

Bajarê Amedê, cara yekem bû konferansek bi vî rengî pêk hat. Bi taybetî, mijar li ser bawerîyên cuda bû, ev bi xwe jî girîngîya konferansê nîşan dida. Ev konferans bi organîzasyon û alîkarîya KURD-KAV’ê hatibû amade kirin. Serokê Kurd-Kavê birêz Mehmet Celal Baykara û hevalên xwe kar û xebatek hêja pêk anî bûn. Em cardin ji bo ked û xebatên hêja û bi wate, ji bo rêvebirîya Kurd-Kavê Spasîyek taybet pêşkêş dikin.

Naveroka konferansê, beşdervan û panelîstên konferansê dîmenên girîng derxist holê. Ji sê beşên Kurdistanê axaftvan an panelist hebûn, ( jî Başûr, Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê panelist amade bûn lê çavên mirov li kesayetên ji başûrê Rojavayê Kurdistan û Kurdên Kafkasya jî digerîya.)

Deng û rengê ayînî yên pêkvejîyana Kurdistanê, derbarê hemû cûdahîyên bawerîyan de panelîstan nêrînên xwe bi beşdervanan re parve kirin û bersîvên pirsan dan. Pirs û bersîv dewlemendîya çand û zimanê Kurdî radixist ber çavan. Rewşenbîr, nivîskar û sîyasetmedarên beşdarî konferansê bûbûn, kêfxweşî û spasîya xwe îfade kirin.

Moderatorê konferansê, nivîskar birêz Seîd Veroj bû. Kekê Seîd bi serkeftî erkê moderatorîyê bi cîh anî û car caran di navbera zarava û devokên Rojhilat, Başûr û Bakûrê Kurdistanê de erkê wergerîyê bi cîh anî.

Di bin navê “li ser erdnîgarîya Kurdan komên bawerîyan: Êzidîtî, Yarasanî, Kakaî, Şebekî û Raa haqî (Alevîtî)” mijarên konferansê bû. Hemîd Reza Huseyîn Şemsînîya (Rojhilat), Xeyrî İbrahîm Koro (Başûr), Eyup Kuxe Rustem Kerim (Başûr), Nîmet Emîn Zehmetkêş (Rojhilat), Seîd Cirdo Meto (Başûr) û Selahattin Alî Arık (Bakûr) panelistên konferansê bûn.

3-443.jpg

Di dîmenên konferansê de me carek din dît ku welatê me hatîye dabeşkirin, mêjîyê me hatîye hîpnozkirin, zimanê me, devok û karekterên me li gorî erdnîgarîya welatê me reng û wesfên cuda hilgirtîye. Bîr û bawerîyên civata me, bertek û rêzgirtina hemberî hev pêwîstîya hişmendîya netewî û rewşa me ya bê dewletbûnê radixe ber çavan.

Pir çandî, pir olî (bîr û bawerîyên cuda), pir zimanî her yek bi sere xwe dewlemendî û pîrozbahîyên milletê me ye. Em baş dizanin ku Kurdistan bi her awayî bihuşta rengîn û rasteqîne lê mixabin dewletên dagirker, bi hovîtî û çanda talankirinê dewlemendî û pîrozbahîyên civata me serû bin dikin û car caran di nav bawerîyên cuda de demsalên nezanî û dojehê amade dikin.

2-486.jpg

Di vê konferansê de me carek din dît ku pêwîstîya hişmendîya netewî, hişmendîya milletbûnê û pêwîstîya mêjûyê dewletbûnê weke av û nan ji bo gelê Kurdistanê pêwîste. Em hêvî dikin civîn û konferansên bi vî rengî dom bike û rêya hevdû nasînê, fahm kirin û têgihiştbûna niştimanperwerîyê geş bike. Em cardin spasîya xwe pêşkêşî kedkar û rêvebirîya Kurd-Kavê dikin ku ev konferans lidarxistin.

09.11.2024 Cano Amedî

1-431.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin