Balafireke F-16 li Amedê ket
Li Dîyarbekirê li nêzî gundê Çariklî balafirek şerî ya Tirk F-16 di 12.12.2016an saet derdorî 19:32an ket.
A+A-
Li Dîyarbekirê li nêzî gundê Çariklî balafireke şerî ya F-16, di 12.12.2016an saet derdorî 19:30an ket.
Gundîyekî Çariklî Weysî Azîzoglu dibêje, ew li qahwexaneyê rûniştîbûne, dengekî bihîstene di tavilê de çûne ciyê bûyarê, balafirek û perem parçe bûye wek xwelî. Pîlot zilam bû û sax filitî bû û ew teslîmê polis kirine. Pîlot gotîye balafir li hawayê înfilaq kiriye û ew jî xwe bi paraşûtê avêtîye xwarê.
Li gor daxuyanîya Hêzên Fermandarîya Tirk sebebê ketina balafirê ne nediyar e lê li gor hin ajansan ji ber êrîşekê F-16ê derb xwariye û ketiye
Dihê zanîn ev serê çend mehan e balafirên şerî ji Diyarbekirê radibin û diçin dewerên Kurdistana başûr kampên PKKê û gundên li dora çiyayên Kandîlê bombe baran dikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin