
Balafirên şer ên Tirkiyê du gundên Zaxoyê bombebaran kirin
.
A+A-
Derengiya şeva borî, balafirên şer ên Tirkiyê, du gundên sînorê Zaxoyê bombebaran kirin û wesayîteke PKKê kirin armanc. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrîşekê de li bakurê Iraqê 11 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
Li gor zanyariyan, nêzîkî gundê Banka Jor û Banka jêr ên li sînorê Zaxoyê hatin bombebarankirin û zerarên êrîşê heta niha nehatin zanîn. Lê ji ber bombebaranê, elektrîka her du gundan hatiye birîn û camên pencereyên hin malan şikestine, herwiha tu zerareke canî çênebûye.
Bi twîtekê, Wezareta Berevaniya Tirkiyê daye zanîn, li Heftanîn û Zapê li “Bakurê Iraqê” piştî çavdêrîkirin û keşfa li herêmê, di encama operasyoneke esmanî de, 11 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
PKKê di derbarê vê êrîşa esmanî de, hêj tu daxuyanî nedaye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin