
Balefirekî şer a Îranê ket
Li gor zanyarîyên çapemenîya fermî ya Îranê, îro 25.12.2019ê li navçeyekî geştyarîyê ya ser bi parêzgeha Erdebîlê balefirekî şer a artêşa Îranê ketîye.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor gotinên serokê lijneya krîzan û qaymeqamê bajarê Erdebîlê, balefir a şer bûye û bi cureya Mig 29 e ku li navçeya Qela Baba Meqsûd a çîyayê Sebelanê ketîye navçeyekî geştyarîyê.
Malpera İRNA vê derbarê de ragehand, di bûyerê de çend efserekî artêşa Îranê mirine ku yek ji wan bi navê Rehman e û xelkê Tewrêz e.
Piştî bûyerê tîmekî hewarê bi balefirekî geheştîye cîhê bûyerê û heta naha hûrgilîyên zêdetir derbarê bûyerê de berdest nînin.
Heta naha sedemê ketina wê balefira şer dîyar nebûye.
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin