
Balefirgeha Bexdayê hat topbaran kirin
Binkeyekî leşkerî yê Iraqê di nav balefirgehekî navnetewî ya Bexdayê de hat topbaran kirin.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Sazîya dijî teror a Iraqê ragehand, îro 09.12.2019ê serê vê sibehê 5 mûşek di binkeyekî sazîya wan a nav balefirgeha navnetewî ya Bexdayê ketine.
Dijî teror a Iraqê amaje bi wê yekê jî kir, ji ber wê mûşekbaranê 5 kes birîndar bûne, ku birîna 2 kes ji wan giran e.
Çapemenîya Iraqê bi zimanê çend şahidên bûyerê ragehand, ku bîhîstine çend teqînên bihêz nav balefirgehê pêkhatine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin