
Balyozê Brîtanyayê bi Wezîrê Pêşmerge re civiya
.
A+A-
Wezareta Pêşmerge diyar kir, şandeke Brîtanî bi Serokatiya Balyozê Brîtanya yê li Hewlêrê David Hentt, serdana Wezareta Pêşmerge kiriye û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl ve hatiye pêşwazîkirin.
Hat zanîn ku di civînê de çend şêwirmendên leşkerî yên Brîtanî jî beşdar bûn û qala rewşa li qadê û şerê dijî DAIŞê, hevkarî û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê û herwiha prosesa reforman yên di nava Wezareta Pêşmerge de hatiye kirin.
Herwiha şanda Brîtanî eşkere kiriye, Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanîkirina Wezareta Pêşmerge.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin