Balyozê Fransayê: Em dixwazin ev rêkeftina Şengalê bilez were cîbicîkirin
.
A+A-
Li ser asayîkirina rewşa Şengalê, Balyozê Fransayê yê li Iraqê, piştgiriya rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de kir.
Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert li Şengalê di gotareke xwe de piştevaniya xwe ji bo rêkeftina Şengalê diyar kir û got: “Em dixwazin ev rêkeftin bilez were cîbicîkirin. Fransa di şerê li dijî DAIŞê de piştevaniya Iraqê kir û dê berdewam jî bibe”
Herwiha Balyozê Fransayê yê li Iraqê Bruno Obert da zanîn, Fransa piştevaniya rêkeftina Iraqê dike û ev jî ji bo berjewendiya xelkê Şengalê ye, ku ew hêjayî aştiyê ne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin