Balyozê Îtaliyayê li Iraqê: Federalîzma vê derê têk çûye

Balyozê Îtaliyayê li Iraqê: Federalîzma vê derê têk çûye

.

A+A-

Balyozê Îtaliya yê li Iraqê Maurizio Gringanti dibêje hêj ne diyare ka gaza Kurdistanê bo wan vebijarkek e yan na û di heman demê de dibêje Iraq sêyem çavkaniya dabînkirina petrolê ye bo Îtalyayê û niha kompaniyeke Îtalî li Zubêr elektirîkê bo Besre berhem tîne.

Maurizio Gringanti roja 8ê Hezîranê li Balyozxaneya Îtalya ya Iraqê li Bexda di hevpeyvîneke ya Bestûn Osman de got, "Ev welat kilîta aramiyê li tevahiya navçeyê ye. Ji bo pêşî li zêdebûna gefa DAIŞê were girtin, parastina ewlekariya herêmên bi nakok gelekî girîng e."

Balyozê Îtaliya yê li Iraqê ku piştevanîya hevkarîya navbera supayê Iraqê û pêşmerge dike got: ́ ́ ji ber ku hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî lê hene û giring e hemahengiya wan hebe, ji ber vê jî em bi hemû awayî piştevaniya vê mijarê dikin.

Rûdaw: Balyoz Maurizio Gringanti, gelek spas ji bo beşdarbûna te û tu bi xêr hatî Rûdawê

Balyozê Îtalya: Gelek spas, Bêstûn û ez kêfxweş im jî ku îro li vir im.

Rûdaw: Spas. Bila ez bi pirskirina li ser pêşveçûnên vê dawiyê dest pê bikim. Îtalya fermandariya hêzên NATO li Iraqê wergirt, gelo stratejiya Îtalyayê çi ye? Çima we fermandariya NATO li Iraqê wergirt û di gera bê de ku hûn fermandariya NATOyê dikin, em dikarin çi hêvî bikin?

Balyozê Îtalya: Rastî ev e ku wergirtina fermandariya hêzên NATO biryareke hevbeş bû. Ev biryar ji aliyê baregeha NATO li Brukselê hat wergirtin û piştrastkirina beşdariya Îtalya di pabendiyên xwe yên li hember Iraqê de ye. Em ji sala 2003ê ve li Iraqê ne û me piştgiriya serwerî û aramiya Iraqê kiriye. Bi baweriya min tu peyamek ji vê zelaltir nayê şandin. Em ê vê fermandariyê ji bo salekê werbigirin û em ê ji bo rûbirûbûna terorê alîkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikin, em ê alîkariya wan bikin û hemû şêwirekê bidin wan ku pêkan be.

Rûdaw: Ku pêkan be…Erkekî NATO li Iraqê heye û hêzên ewlekariyê çekdar û perwerde dike, lê ez li ser erkê şêwirmendiyê dipirsim. Valahiyeke ewlehiyê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de heye, xasma li derdora Kerkûk, Mexmûr, Nînewa û Şingalê. Ev valahî jî ji bo her du aliyan bûye gef, ji ber ku DAIŞ xwe di vê valahiya ewlehiyê de ji nû ve birêxistin dike. Herêma Kurdistanê û Bexdayê gihiştin rêkeftinekê ji bo pêkanîna du lîwayên nû li wan deveran, du lîwayên hevbeş, lê piştî derbasbûna şeş-heft mehan piştî rêkeftinê, bi hênceta nebûna budceyê, wan lîwayan hîn dest bi kar nekirine. Gelo NATO dikare di vê mijarê de rolekê bilîze û şêwirê bide hikûmeta Iraqê ku pereyan ji bo avakirina van her du lîwayan veqetîne?

Balyozê Îtalya: Bê guman divê ev biryar ji aliyê NATOyê ve were dayîn, lê li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, ji ber ku di vê mijarê de bi hev re ne. Ez dixwazim bi bîr bînim ku hêj Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî li Iraqê ye ku Îtalya jî pêkhênereke wê ya sereke ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim bibêjim ku NATO û Hevpeymaniya Navdewletî ji bo rûbirûbûna DAIŞê piştgiriya vê mijarê dikin. Gotina te rast e, ev dever pir girîng e, ji ber ku hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî lê hene û giring e hemahengiya wan hebe, ji ber vê jî em bi hemû awayî piştevaniya vê mijarê dikin. Ez dixwazim bibêjim jî ku em ê her tiştî bikin ji bo piştgiriya Hewlêr û Bexdayê di rûbirûbûna terorê de û di vê mijarê de.

Rûdaw: Bi dîtina te, her derengketineke cîbicîkirina vê rêkeftinê, rê ji DAIŞê re xweş nake ku xwe bêtir birêxistin bike û bibe metirsî?

Balyozê Îtalya: Bê guman wisa ye, lê qasî ku ez dizanim, ev hemahengî berdewam e û li gor berê baştir jî bûye. Herwiha operasyonên berdewam jî di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê de li dijî DAIŞê hene. Lê herdem mecalek ji bo pêşveçûnê heye, tevî vê jî hemahengî û pêşveçûn baş in.

Rûdaw: Te di daxuyaniya xwe ya dawî de qala wê yekê kiribû ku aramiya Iraqê mîna aramiya tevahiya Rojhilata Navîn e. Tu dikarî di vî warî de çi ji min re bibêjî? Ji ber ku em ne aram in, ango Iraq ne aram e, 8 mehan piştî hilbijartinan hêj hikûmet nehatiye avakirin. Serokkomarê welêt nehatiye destnîşankirin û rewşa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê li gor berê pir aloztir e. Rola civaka navdewletî di pêkanîna Iraqeke aramtir de çi ye?

Balyozê Îtalya: Wek min berê di wê daxuyaniyê de gotibû û ez dîsa bi kêfxweşî dibêjim, ev welat kilîta aramiyê li tevahiya navçeyê ye. Wek me di dîrokê de jî dîtiye, Iraqeke aram dê sûdê bide tevahiya deverê bi giştî. Li ser rewşa siyasî ya Iraqê, rast e alozî heye, lê aliyên siyasî hewl didin çareseriyekê bibînin û ev mijar jî girêdayî wan e. Civaka navneteweyî jî li derve hêvîdar e çareserî di zûtirîn dem de were dîtin.

Rûdaw: Gelo ev hemû ew rol e ku civaka navdewletî dikare bilîze?

Balyozê Îtalya: Bê guman em kêfxweş dibin ku em alîkar bin, lê ev mijar di destê Iraqiyan û hikûmeta Iraqê de ye. Em ji bo alîkarî û piştgirîkirina serweriya Iraqê li vir in. Derbarê Îtalyayê de jî em zelal û eşkere ne, me hergav ev yek kiriye.

Rûdaw: Lê ramaneke din heye ku rewşa bêaramiya Iraqê girêdayî derengketina di rêkeftina atomî ya pêşbînîkirî di navbera Îran û welatên Rojavayê de ye. Şîroveya te li ser vê yekê çi ye?

Balyozê Îtalya: Bê guman, her tişt bi hev ve girêdayî ye. Kes înkar nake ku peymana atomî ji bo aramiya Iraqê û tevahiya deverê pir girîng e. Tişta ku ez dixwazim li ser biaxivim bandora rasterast e, bi rastî em hewldanên serokê hikûmeta Iraqê bilind dinirxînin ji bo avakirin, jihevtêgihiştin û lihevhatina navçeyî, wek nimûne, ew diyaloga ku di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de li Bexdayê hat kirin, ku ji hêla hikûmeta Iraqî ve hêsankarî jê re hat kirin, ku ev karekî pir giring e ji bo aştiya deverê. Mijareke din, Konferansa Hemahengî û Hevbeşiyê bû ku par ji aliyê Mistefa Kazimî ve li vir hat lidarxistin. Ji bo cara yekem, serkirdên sereke yên welatên navçeyê li ser heman maseyê civiyan, tew heke ji bo wê yekê jî bûbe ku bêjin va em dicivin, çunke ev yek ji bo aramiyê pir girîng e. Her wiha Iraq di navenda van xebatan de bû û karê rast kiriye.

Rûdaw: Lê li gor te, grûpên çekdar ne sedemeke din a nearamiya welêt in?

Balyozê Îtalya: Gelek faktor hene. Lê ez dibêjim eger tu li van çend salên borî vegerî, rewş pir baş bi pêş ve çûye. Sala 2017an, hikûmeta Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ragihandin ku DAIŞ hatiye şikandin. Lê em niha di sala 2022yan de ne û ez dibêjim ku rewş pir ber bi pêş ve çûye. Her wiha hilbijartin jî pêvajoyeke pir baş bû.

Rûdaw: Heşt meh derbas bûne, hikûmet nehatiye avakirin û serokkomar jî nehatiye destnîşankirin. Bi dîtina te, metirsiya derketina tundûtûjiyeke zêdetir nîne eger ev xetimîna siyasî li welêt berdewam be?

Balyozê Îtalya: Ji bo derketina tundûtûjiyê, ez dibêjim na. Ji ber ku metirsiyeke ewqas mezin a peydabûna tundûtûjiyê nîne. Lê bê guman girîng e ku pêngav ber bi pêş werin avêtin. Hêviya me ya mezin jî ev e û em hêvî dikin ku ev xitimandina siyasî bi dawî bibe. Em dizanin ku danûstandinên berdewam di navbera aliyên siyasî de hene, ji wan jî li Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Wek min got, em amade ne her alîkariyekê pêşkêş bikin, lê di dawiyê de ev mijar girêdayî gelê Iraqê ye.

Rûdaw: Îcar bi rastî ev mijar girêdayî gelê Iraqê ye, yan girêdayî destwerdanên navçeyî û navdewletî ye? Gelo bi rastî Îraqî li hev nakin yan welatên derve nahêlin Iraqî li hev bikin?

Balyozê Îtalya: Bi rastî ez nikarim bibêjim ku derve nahêle Iraqî li hev bikin. Wek me got jî, ev mijar hemû bi hev ve girêdayî ne, bê guman gelek alî hene ku girêdayî vê mijarê ne, lê bi baweriya min, di dawiyê de yên ku divê li hev bikin aliyên siyasî yên Iraqê ne.

Rûdaw: Tu qet destêwerdaneke derveyî li Iraqê nabînî? Bi taybetî di biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federal a Iraqê de? Tu bi xwe dibînî ku dadgehê ji bo domandina xetimîna siyasî bikar tînin.

Balyozê Îtalya: Ez wisa nafikirim, ez bawer nakim ku ez tu şîroveyekê li ser biryarên dadgehê bidim. Tu dizanî ku ev biryarên dadgehê ne û ez daxuyaniyan li ser wan nadim. Ez dikarim bibêjim ku dadgeh jî beşek ji tevahiya wêneyê ye. Dema ku biryar jî da, divê hemû alî pabendî wê bin.

Rûdaw: Bila em vegerin ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê. Federalîzm wek mekanîzmekê ji bo birêvebirina Iraqê, bi sedema vê destûra niha têk çû, ez nizanim gelo tu bi min re hevnêrîn î yan na. Ji sala 2005an û heta niha, bi dirêjiya gelek salan, pirsgirêka destnîşankirina sînoran di navbera Hewlêr û Bexdayê de hîn nehatiye çareserkirin, dabeşkirina dahatê û fayla petrol û gazê jî nehatine çareserkirin. Bi dîtina te, dema destpêkirina qonaxeke nû ya diyalogê di navbera Bexda û Hewlêrê de nehatiye, diyalogeke cuda ji yên berê, ne ji bo çareserkirina gelek kêşeyên di nava welatekî de, lê diyalogeke ku civaka navdewletî roleke zêdetir tê de bilîze?

Balyozê Îtalya: Bi rastî ez nîşana pirsê li ser vê datînim ku federalîzm li Iraqê têk çûye. Federalîzm pêvajoyeke berdewam e. Wek hûn jî dizanin, federalîzm li wan welatên cîhanê jî ku sîstemek pir kevntir e, li wan jî her pêvajoyeke berdewam e, bi awayekî ku guncandin, başkirin û rêxistinbûna berdewam tê de ye. Ji ber vê yekê em nikarin bêjin federalîzm li vê derê kar dike û herî baş e, lê li wî cihê din naxebite. Bê guman ji ber sedemên dîrokî di navbera Bexda û Hewlêrê de gelek pirsgirêk hene, lê ez bi wê nêrînê diaxivim ku em ji ku hatine, em bi vê dîtinê dibînin ku bê guman peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di van çend salên dawî de baştir bûne. Helbet niha dibe ku ew xetimîna siyasî ya ku heye, hikûmet nehatiye pêkanîn û serokkomar nehatiye destnîşankirin, bandor li ser peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de kiribe. Lê… tu dizanî, ev pêvajoyek e û em niha di pêvajoyê de ne.

Rûdaw: Tu hizra navbeynkariya navdewletî ji bo alîkarîkirina gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, wek bijardeyeke baş nabînî?

Balyozê Îtalya: Tu dizanî, di nûkirina dema erkê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, Sekreterê Giştî daxwaz ji UNAMI kir ku alîkar be, li ser daxwaza Hewlêr û Bexdayê alîkariyê di vê proseyê de bike. Ger hewce bike, bê guman dê civaka navneteweyî alîkariyê bike. Lê di dawiyê de ez di wê baweriyê de me ku ev mijar girêdayî Hewlêr û Bexdayê ye, divê çareseriyeke guncav bibînin, helbet ev pir girîng e. Çend mijar hene vekirî hatine hiştin, lê ev hemû jî têkildarî pêkanîna hikûmetê ne.

Rûdaw: Li ser pêkanîna hikûmetê, ez daxwaza helwesta fermî ya Îtalyayê ji te nakim. Di şûna wê de, ez li ser nêrîna te ya kesane dipirsim. Çûna ber bi hikûmeta piraniyê yan pêkanîna hikûmeteke ku hemû alî tê de beşdar bin? Tu kîjanê ji bo Iraqê guncavtir dibîbîn? Nêrîna te ya kesane.

Balyozê Îtalya: Ez dibêjim di vê mijarê de tu modeleke tam rast nîne, ji ber ku her welatekî taybetmendiyên xwe hene. Ya ku li Ewropayê dixebite, dibe ku li vir nexebite. Nabe em bêjin eha ya wir wisa ye û ya li vir awayekî din e, ev xelet e. Her welatekî sîstemeke xwe heye, bi rastî jî divê tu pergala xwe bibînî. Di rewşa Iraqê de jî, bi baweriya min, her ji yekem ve sala 2005an, hikûmeta berfireh bû…Bi rastî, ez nikarim bêjim kîjan guncavtir e, ji ber ku pir zehmet e em destnîşan bikin kîjan guncavtir e. Lê ya girîng ew e ku ew hikûmet tiştên ku xelk hêvî dikin pêşkêşî wan bike.

Rûdaw: Pêşkêş kiriye? Ma hikûmeta bingeh-berfireh tiştê ku xelk hêvî dike pêşkêş kiriye?

Balyozê Îtalya: Berê kil û kêmasî di vê de hebûn. Lê divê em bibînin ka cîgir çi pêşkêş dikin. ji ber vê yekê…

Rûdaw: Mebesta te hikûmeta piraniyê ye?

Balyozê Îtalya: Nizanim, lê divê li Iraqê were ceribandin.

Rûdaw: Gelo dem hatiye ku were ceribandin?

Balyozê Îtalya: Bi dîtina min divê aliyên siyasî yên Iraqê biryarê li ser vê mijarê bidin.

Rûdaw: Ez fêm dikim. Dema borî Cîgira Wezîrê we yê Derve li Hewlêrê bû. Ez ne şaş bim, du peyman jî ji bo piştgiriya Iraqê îmze kirin. Tu dikarî ji min re li ser wan her du peymanan biaxivî?

Balyozê Îtalya: Bê guman wek min berê jî behs kiribû, ev serdana berî çend rojan a Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalya Magne Sereni giringîdana Îtalya ji bo peywendiyên xwe ligel Iraqê û pabendbûna Îtalya bi wan peywendiyan piştrast dike. Sereni li Bexda û Hewlêrê bû, sedema serdana wê ji bo Iraqê, salvegera ragihandina Komara Îtalyayê di roja 2yê Hezîranê de bû ji bo pîrozkirina wê rojê.

Rûdaw: Wê demê tu jî li Hewlêrê bûyî?

Balyozê Îtalya: Erê, li Bexdayê û piştre jî li Hewlêrê. Ahengeke pir xweş bû. Dostaniyeke mezin. Me hertim dizanibû ku gelek heval û dostên me li vir hene, lê em bi dîtina hemûyan bi hev re kêfxweş bûn û bi xurtkirina peywendiyên Îtalya li gel Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê. Paşê Cîgira Wezîrê Derve du peyman îmze kirin. Yek ji wan bi UNESCO re li ser beşdarbûna zarokan li dibistanan. Ev jî beşek bû ji wê piştgiriya ku me ji bo perwerdeyê li Iraqê hebû. Ya din bi UNDPê re bû, ku ji bo rêvebirina saziyekê bo aramiyê bû. Ji ber ku Îtalya wek hemû hêzên din piştgir bû di bicihkirina şêniyên deverên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn rizgarkirin. Ev jî armanca wê ji nû ve avakirin, bicihkirina şêniyên deverê û vegerandina penaberan li wan.

Rûdaw: Mebesta te ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin..

Balyozê Îtalya: Erê, ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin.

Rûdaw: Di derbarê aramiya Iraqê de, aramiya Iraqê ji we re girîng e û hûn budceyê jî ji bo wan projeyan dabîn dikin. Çima aramiya Iraqê evqasî ji bo we girîng e? Mijar tenê ew e ku welatê we pişta xwe bi petrola Iraqê girê dide yan hûn naxwazin koçberên zêdetir ber bi Ewropayê ve biherikin? Ji min re dabaşa nêrîna Îtalya li ser vê yekê bike.

Balyozê Îtalya: Bê guman, ji aliyê aborî ve, Iraq ji bo me pir girîng e, ji ber ku dabînkerê me yê petrolê yê sêyem e. Şirketa me ya niştimanî ya petrolê li nêzîkî Besrayê kar dike, li zeviya Zubêrê kar dikin. Her di vê çarçoveyê de ji bo parastina civaka navçeyî ya wî cihî dixebitin. Ji bo girtina gazê zeviyeke mezin çêkirine, çunke wek tu dizanî ji ber belavbûna gazê pirsgirêkek mezin e li wê deverê. Ew projeya me bûye sedemeke baş ji bo dabînkirina elektrîkê bo Besrayê. Her wiha dezgeha paqijkirina avê çêkirine, dibistan û nexweşxane li wir çêkirine, bi van ez dixwazim ji te re bêjim ka ew şirket li wir çi dike, ji ber ku pir girîng e. Ev rêçeke girîng e. Bê guman em vê yekê jî dizanin ku mijara koçkirinê mijara hemûyan e û em gelekî kêfxweş dibin ku xelk neçarî koçê nebe û li welat bijî. Lê di dawiyê de baweriya me ya kûr pê heye ku aramiya Iraqê kevirê bingehê yê aramiya tevahiya navçeyê ye. Derbarê welatên Rojhilata Navîn heta Deryaya Navîn. Ji bo Îtalyayê pir girîng e û beşek ji siyaseta me ya derve ye. Ez dixwazim bi bîr bînim ku me gelek kar li Iraqê kiriye. Di sala 2003yan de, zêdetirî 20 leşkerên Îtalî di êrîşeke xwekujî de canê xwe ji dest dan, lewma ez dixwazim bêjim ku me gelek hilberîn li vî welatî kiriye û em ê veberanîna zêdetir jî bikin.

Rûdaw: We behsa ENI kir, kompaniya operator a petrola Îtalya li Besrayê ye, lê hûn li Herêma Kurdistanê nînin. Gelo tu plan û ramaneke we nîne ku hûn werin Herêma Kurdistanê û wek operatorê petrolê kar bikin?

Balyozê Îtalya: Ya rast û qasî ku ez dizanim planeke me ya bi vî rengî nîne, lê ez dixwazim te piştrast bikim ku em li Herêma Kurdistanê ne jî...

Rûdaw: Mebesta min sektora enerjiyê ye…

Balyozê Îtalya: Erê... Na, bi qasî ku ez dizanim di vê qonaxê de planeke me ya wiha nîne. Lê veberhênanên me yên mezin li başûrê Iraqê hene…

Rûdaw: Baş e, çima hûn lê nafikirin ku di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de çalaktir bin?

Balyozê Îtalya: Em ê lê bifikirin.. çima na?! Ez wek nûnerê Îtalyayê li vir im ji bo pêşvebirina peywendiyan û anîna kompanyayên Îtalî yên zêdetir bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tu guman di vê yekê de nîne. Gelek kompanyayên me li Herêma Kurdistanê hene û em gelek materyal û kelûpelan ji bo jêrxana welêt dabîn dikin, ji bilî gelek berhemên şêwe-jiyana Îtalî wek qehwe...

Rûdaw: Erê... espresso….

Balyozê Îtalya: Her wiha alav û dîzaynên navmalan û moda. Ji ber vê yekê hêviya min ew e ku li gor îmkanê were berfirehkirin.

Rûdaw: Tew di warê enerjiyê de jî?

Balyozê Îtalya: Erê, bê guman.

Rûdaw: Pir baş e... Serokwezîrê Îtalyayê di daxuyaniyeke xwe ya vê dawiyê de ragihand, Yekîtiya Ewropayê dikare zûtir ji wê dema ku jê ra hatibû texmînkirin, piştgirêdana xwe bi gaza xwezayî ya Rûsyayê rawestîne. Pirs ev e, gelo gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê dikare bibe alternatîfek bo gaza Rûsya li Îtalyayê?

Balyozê Îtalya: Ji niha ve gelek bijarteyên me hene.

Rûdaw: Erê, peymaneke we ligel Cezayîrê heye.

Balyozê Îtalya: Rast e peymaneke me bi wan re heye. Divê em li gelek bijardeyan bifikirin, ji ber ku em bi rastî dixwazin tiştê ku li Ukraynayê diqewime rawestînin. Her wiha gotinên serokwezîr jî ligel biryarên ku di vî alî de hatin dan hemaheng in. Em rewşê li ber çav digirin…

Rûdaw: Gelo gaza Kurdistanê ji bo we bijardeyek e?

Balyozê Îtalya: Divê em bipên. Pêwîst e prose dest pê bike û em bibînin ka gelo bijardeyek e yan na.

Rûdaw: Hûn hîn jî nizanin bijardeyek e yan na.

Balyozê Îtalya: Bi rastî bêjim, ez nizanim.

Rûdaw: Di dawiyê de ez dixwazim pirsekê ji te bikim, tu hergav ji min re dibêjî ku her tişt bi hev ve girêdayî ye, xasma li Rojhilata Navîn; wek mînak aramiya vî welatî girêdayî wî welatî ye û ya wî welatî jî girêdayî vî welatî ye. Iraq û Sûriyê jî pir bi hev ve girêdayî ne. Wek mînak DAIŞ sala 2006an, li Bexdayê peyda bû, çû Sûriyê, piştre vegeriya Iraqê û me ew hemû komkujî û hovîtî dîtin. Niha jî plana Tirkiyê heye ji bo êrîşa li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, helwesta we li ser vê yekê çi ye? Gelo li gor we her êrîşek li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, wê bandorê li ser aramiya deverê bike?

Balyozê Îtalya: Bi rastî, ez nikarim derbarê Sûriyê biaxivim, çimkî ez li Iraqê balyoz im. Lê bê guman rast e ku rewşa Sûriyê dê bandorê li ser me hemûyan bike, lewra em hêvîdar in ku rewş li wir baştir bibe û agirbesteke yekalîker derkeve holê û ew der aram bibe, her çend zehmet be jî. Ez hevnêrîn im jî ku wê bandoreke mezin li ser Iraqê bike.

Rûdaw: Pir başe! Gelek spas... Em ê van nêzîkan te li Herêma Kurdistanê bibînin?

Balyozê Îtalya: Erê! Di demeke nêz de. Bi rastî, min heta niha sê caran serdan kiriye. Meha Kanûna Yekem a par, ez bûme balyoz, ango ji şeş mehan zêdetir e. Ez bi hatina xwe gelekî kêfxweş bûm jî. Ez di meha Kanûna Yekem de, pêşî bi wezîrê me yê derve re hatim Kurdistanê, paşê ez bi tenê hatim Hewlêr û Silêmaniyê. Vê dawiyê jî bi cîgira wezîrê me yê derve re û kêfxweş jî dibim vegerim. Bila ez di dawiyê de tiştekî li ser şûnwarzaniyê bibêjim.

Rûdaw: Erê, erê... Ev pirtûk jî li ba te ye, li ser Kurdistanê ye.

Balyozê Îtalya: Bi baweriya min, çand û şûnwarzanî dikarin bibin stûneke peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îtalyayê. Eger ez bikarim vê yekê bibêjim, em hêzeke kultûrî ya mezin in, her wiha Iraq jî bi heman awayî ye. Ez di wê baweriyê de me ku çand dikare bibe nefta rasteqîne ya vî welatî, bibe sedema pêşketinê û bibe paşeroja vî welatî, ji ber ku ev kelepûr e û dikare bibe çavkaniyek. Em dixwazin di vê yekê de alîkariya Iraqê bikin ku ev jî beşek ji erkê min li vir e. Li seranserê Iraqê, Kurdistan jî di nav de, zêdetirî 20 projeyên me yên Îtalî di warê şûnwarnasiyê de hene. Derbarê Kurdistanê jî, min ev pirtûk ji te re aniye, ku li ser projeyeke pir girîng li Duhokê ye.

Rûdaw: Spas. Li Duhokê..

Balyozê Îtalyayê: Proje ji aliyê Zanîngeha Udine ve hat kirin û şûnwarên pir girîng hatin dîtin, wek bermahiyên Asûrî û Babilî. Ev beşeke girîng a karê me li vir e û em hêvîdar in bêtir ber bi pêş ve bibin. Kultûr ne tenê bi hiş re, lêbelê bi dil re jî diaxive. Ev jî ji bo nasnameya me pir girîng e. Ez bawer im ku em dikarin pişta xwe pê asê bikin.

Rûdaw: Te bi xwe serdana wan şûnwaran kiriye?

Balyozê Îtalya: Mixabin na.

Rûdaw: Cara bê ku tu hatî Kurdistanê…

Balyozê Îtalya: Em ê bi hev re herin…

Rudaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin