
Balyozê Misirê: Li Sûriyeyê gelek amajeyên hêvîbexş hene
.
Balyozê Misirê yê Neteweyên Yekbûyî Usame Ebdulxaliq diyar kir ku welatên Ereban piştgiriyê didin Sûriyeyê û li Sûriyeyê gelek amajeyên hêvîbexş hene.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê civiya û mijara Sûriyeyê li rojeva civînê bû.
Vê carê balkêş bû ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî jî beşdarî civînê bû û alaya nû ya Sûriyeyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bilind kir.
Balyozê Misirê yê Neteweyên Yekbûyî Usame Ebdulxaliq jî yek ji beşdaran bû û ji Rûdawê re got:
“Bê guman rojeke girîng e bo Sûriyeyê ku alaya xwe ya nû li Neteweyên Yekbûyî bilind dike.”
Balyozê Misirê yê Neteweyên Yekbûyî Usame Ebdulxaliq pirsên Nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin:
Rûdaw: Çi qasî girîng e ku Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê îro li vê derê ye?
Usame Ebdulxaliq: Bê guman rojeke girîng e bo Sûriyeyê ku alaya xwe ya nû li Neteweyên Yekbûyî bilind dike, piştî ku di civîna wezîrên welatên Komkara Erebî de hat bilindkirin. Ev gaveke nû ye ber bi arasteyekî nû ve.
Doh me civîneke gelekî girîng li gel grûpa welatên Ereban kir dema ku Şeybanî gihîşt. Me derbarê arasteya nû ya hikûmetê de gelek tiştên baş bihîstin, pêbendbûna wê bi piralîbûnê, parastina bihevrejiyana civakê û cîbicîkirina hemû karnameyan, di nav wan de jî karnameya jinavbirina çekên kîmyayî, mafên mirovan û vegera penaberan.
Gelek amajeyên hêvîbexş hene. Her wiha me behsa rêyên bicihanîna wan karnameyan û çawaniya nirxandina wê bipêşveçûnê kir ku tê bidestxistin da ku em li ser rakirina cezayan dest bi kar bikin û pêbendbûna xwe bi veberhênana nû, pêşketina aborî û xweşguzeraniyê nîşan bidin.
Rûdaw: Tu di wê baweriyê de yî ku piştgiriya welatên Ereb ji bo Sûriyeyê heye ji bo asayîkirina rewşa aboriya wê?
Usame Ebdulxaliq: Belê ez di wê baweriyê de me. Di vê qonaxê de piştgiriya welatên Ereb heye, bi taybetî niha ku hikûmeteke nû hatiye pêkanîn, hikûmet pêbend e bi wê nexşerêya hatiye ragihandin û pêvajoya destûrî di demeke nêzîk de dest pê dike. Hinek welat li vê derê li Neteweyên Yekbûyî nîgeran in di dirêjiya dema qonaxa veguhastinê de ku hinek welatên me yên Ereb jî heman nîgeranî hene lê hikûmet piştrastiyê ji wê yekê dide ku ew bandorê li kalîteya pêvajoyê nake, belkî pêvajo dê ew qasî giştgîr, piralî, berhemdar û erênî be.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin