Banga PAKê ya Komîteya Bakurê Almanya
Komiteya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ya Bakurê Almanya bangek li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî ku li bakurê Almanyayê temsîl dibin kir û wan dawetî civîneke muşterek kir.
Komiteya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) ya Bakurê Almanya bangek li hemû partî û rêxistinên Kurdistanî ku li bakurê Almanyayê temsîl dibin kir û wan dawetî civîneke muşterek kir.
Di bangê de PAK rewşa dijwar a ku gelê Kurdistanê li her çar perçeya dijî dike û ji bo hevkarî, piştgirî û bi karekî bi rêk û pêk teklîfa civîneke şêwrê dike.
Komîteya Bakurê Almanya di banga xwe de dibêje: ”Em wek PAK (Partiya Azadîya Kurdistanê) bang û dawetîya hemû parti û rêxistinên Kurdistanê li Hamburg û li Bakûrê Almanyaye dikin ku em carekê werin bahev û bi kemayî em hevdu nasbikin.
Bi vê minasebetê jî, gelo emê li Hamburg û Bakûrê Almanya bi hevre bikaribin li ser hinek xalên muşterek, wek mînak karên komelayetî, kulturî, dîplomasî û piştgirîya gelê xwe bi hevre bikin“.
Navnîşan: Amandastr. 58, 20357 Hamburg (li ba Komela -KEVKARê)
Wext : 04.12.2016
Saet : 14.00
Kontak : M. Ali, 0176/20743935
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin