Banga Rojava ji NYê re: Pêşî li komkujiyên sivîlan bigirin!
.
Rêveberiya Xweser a Rojava bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û qetlîamên li dijî sivîlan, bikevin nava tevgerê.
Rêveberiya Xweser a Rojava têkildarî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û sivîlan daxuyaniyeke nivîskî da.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku Tirkiye li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê polîtîkayeke dijminane dimeşîne û êrîşên qirkirinê pêk tîne û got, “Komkujiya sivîlan a ku dewleta Tirk bi rasterast hedefgirtina bazara gel a bajarê Sirrîn ê Kobanê pêk tîne. sûcê şer. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk rasterast sivîlan dike hedef.
Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku di êrîşê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 sivîl jî birîndar bûn û wiha got: “Ev êrîş binpêkirina eşkere biryara 1674 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî hatine binpêkirin.”
Herwiha bang li KENY û civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên pêwîst bigirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî, NY û KENY bikevin nava liv û tevgerê û belgeyên têkildarî êrîşên ku hemû xetên sor derbas kirine ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Laheyê re hatin şandin.
Di dawiyê de bang li koalîsyona navneteweyî hate kirin ku ji bo pêşî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelên herêmê bigire û demildest destwerdanê bike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin