Banka Bazirganî ya Iraqê TBI dikeve nav projeya Hejmara Min
.
Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) ragihand ku ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi projeya Hejmara Min re rêkeftin îmze kiriye.
Îro 03.011.2024, Banka Bazirganî ya Iraqê: “Me rêkeftin li gel projeya Hejmara Min îmze kiriye taybet ji bo mûçeyê Mûçexwarên Herêma Kurdistanê di navbera bank û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev jî li gor biryarên dadgeha Federalî, bi piştbestin bi spardeyên Serok Wezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di derbarê giringiya beşdariya banka bazirganiya Iraqê di projeya Hejmara Min û mûçeyê Mûçexwarên Herêma Kurdistanê.”
Hêjayî gotinê ye ku heşt bank di pirojeya (Hesabê Min) de beşdar in Bi beşdariya Banka Bazirganî ya Iraqê di pirojeya (Hejmara Min) de, dê hejmara bankên beşdar bibe 9.
Projeya Hejmara Min ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye destpêkirin, bi armanca nûjenkirina sektora bankî, pêşxistina geşepêdana aborî li Herêma Kurdistanê û bilezkirina proseya veguhertina elektronîk di xizmetguzariyên hikûmetê de ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin