Baregayê Barzanî li ser Serok Barzanî daxuyaniyek da

Baregayê Barzanî li ser Serok Barzanî daxuyaniyek da

.

A+A-

Baregayê Barzanî bi daxuyaniyekê ew gotegot red kirin ku bi navê Serok Barzanî derbarê Serokwezîrê Iraqê de hatine belav kirin.

Îro 03.02.2025ê Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û diyar kir:

“Di çend malperên medyayî û medyayên sosyal de daxuyaniyek bi navê cenabê Serok Barzanî belav bûye ku qaşo Serok Barzanî li dij e Mihemed Şiya Sûdanî ye ku careke din bibe serokê Hikûmeta Iraqê. Em radigehînin tu bingehekî vê mijarê tune û ji rastiyê dûr e.”

Herwiha hat ragehandin:

 “Armanca belavkirina wan gotegotan têkdana pêmgavên baş û atmosfera erênî ye ku di peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de ava bûye.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin