Baroya Amedê bersiv da Soyluyî: Em natirsin

Baroya Amedê bersiv da Soyluyî: Em natirsin

Baroya Amedê li ser daxuyanî û gefên Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku di televizyona dewletê TRT Haberê de li ser bûyera Sirûcê axivî bû, daxuyaniyek weşand.

A+A-

Di daxuyaniya parêzerên baroya Amedê de, li ser gotinên Soylu yên; "Ez vê eşkere bibêjim ku nirxandinên qelaşî têne kirin. Niha doh li Diyarbekirê, Odeya Bazirganî û Sanayiyê û Baroya Amedê jî tê de, peyrevên PKKê ne. Gelekî eşkere dibêjim, Baroya girêdayî PKKê ye" daxuyaniyek weşand.

 

'BAROYA AMEDÊ BEDELÊN GIRAN DANE'

Desteya Rêveberiya Baroya Amedê li ser daxuyaniyên Soylu bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya mafên mirovan a baroyê ku li qada navnetewî deng daye û got, "Baroya Amedê li ser vê oxirê bedelên giran dane. Herî dawî serokê xwe bi sûîqesteke qelaşî ji dest daye."

Baroya Amedê diyar kir, wan bi fedakarî têkoşîna mafan, hiqûq û pirsgirêkên civakî daye û îro jî ji zimanê gefxwarinê re bejna xwe natewînin û bêdeng namînin.

 

BI GOTINÊN TAHIR ELÇÎ BERSIV DAN

Di daxuyaniya baroyê de hat gotin ku ew ji bo vê terza jîtemwarî ya Suleyman Soylu bersiva Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku hatibû kuştin, ‘Min ji axayên we û generalê we re serî netewand, ma ez ê ji we bitirsim' bi bîr tînin.

'EM JI WE NATIRSIN, EM LI CIHÊ KU WE TAHIR ELÇÎ JI ME STANDIYE NE'

Di berdewamê de hat ragihand, "Em jî ji we natirsin…Rêzdar Soylu heger tu li pişt îdiayên xwe bî, çi pêwîst e bike. Em li avahiya baroyê wekî endamên rêveberiyê li benda tîmên we yên têkoşîna terorê û dozgerên we ne. Em li cihê ku we Tahir Elçî ji me standiye ne.."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin