Baroya Amedê ji sûcê 'qirkirinê' beraet bû

Baroya Amedê ji sûcê 'qirkirinê' beraet bû

.

A+A-

Dagehê derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an peyva jenosîd bi kar anîbû, biryara beraetê da.

Derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an peyva jenosîda Ermeniyan bi kar anîbûn, doz hatibû vekirin û lêpirsînê dest pê kiribû.

Rûniştina dozê îro li Amedê li 11.mîn Dadgeha Cezayê Giran hat lidarxistin.

Parêzer Nurcan Kaya biryara dadgehê ya derbarê dozê de aşkere kir û ragihand, dadgehê derbarê dozê de biryara beraetê da.

Nurcan Kaya li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandiye, Serokê Baroya Amedê yê wê demê Cîhan Aydin di civîna dadgehê de tiştên ku di sala 1915'an de qewimîn vedibêje û diyar dike, “ji qirkirinê re dibêjin qirkirin, pirsgirêka me serdema rûbirûbûn û rastiyê ye.”

Nurcan Kaya dibêje, cîgira serokê baroyê yê wê demê Gazal Bayram di dadgehê de ragihand, “Wezîfeya me ye ku em bibêjin ka çi hatiye serê Ermeniyên ku li kêleka me hatine kuştin, mal û milkên wan hatine talankirin û jinên wan rastî tecawizê hatine.”

Bi gotina heman parêzerî, Muhlis Ogurgul, endamê lijneya rêveberiyê ya Baroya Amedê ya wê demê jî da xuyakirin, “Li şûna darizandina me ya li vê salona dadgehê divê lêborîn ji mexdûran bê xwestin û tezmînat bê dayîn.”

Parêzer Nurcan Kaya destnîşan kir, “Dozger bi sedema ku li gorî wî hêmana sûcê tune ye û niyeta wî ya sûc tune ye (bi eşkereyî şermezarkirina dewletê) daxwaza beraetê kir. Bi sedema ku hêmanên sûcê pêk nehatine biryara beraetê hat dayîn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin