Baroya Amedê li dijî giştînameya sansûrê doz vekir
.
Baroya Amedê bi armanca betalkirina Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê `Çalakiyên Ragihandin û Weşanê` doz vekir.
Li gor agahiyan Baroya Amedê derbarê Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê ku 29ê Çileya 2022an hatibû belavkirin doza betalkirinê vekir.
Baroya Amedê vê giştînameyê wek metirsiyeke li ser cewhera azadî û mafên bingehîn û dijî rêgeza qanûnê pênase dike û dibêje “Armanca vê giştînameyê ewe ku sansûrê li ser azadiya çapemenî û medyayê ferz bike û astengiyan ji azadî û mafên bingehîn yê mirov re çêbike.”
Giştînameya Serokkomariyê ya bi navê Çalakiyên Ragihandin û Weşanê 29ê Çileya 2022an bi biryara Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û Erdogan got ew armanc dikin ku ji bo zirara amûrên ragihandinê kêmbikin û bo vê yekê jî tedbîran werdigrin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin