Baroya Amedê li dijî zema avê doz vekir
Baroya Amedê ji bo hilweşandina biryara zema avê ya Şaredarîya Mezin a Bajêr a Amedê ku ji alîyê qeyûm ve tê birêvebirin, doz vekir.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Giştî ya Îdareya Kanalîzasyon û Avê (DISKI) ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ji 1ê Çileya îsal ve di navbera ji sedî 35 û 330ê de ava bajêr zem kirîye.
Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê, ji bo hilweşandina zema avê ya doz vekir.
Li ser navê Komîsyona Hiqûqê ya Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê Parêzer Şahih Koyun, ji bo vekirina dozê daxwazname pêşkêşî Yekemîn Dadgeha Îdareyê ya Amedê kir û di daxwaznameya xwe de dîyar kir ku zema avê li dijî hiqûq, civak, tenduristî û hawirdorê ye û di wê çarçoveyê de daxwaza betalkirina zemê kir.
Şahih Koyun herwiha di daxwaznameya xwe de dibêje ku nabe li ser avê bazirganî were kirin û ew li dijî berjewendîyên raya giştî ye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin