Baroya Amedê li ser zarokên Sûrê raportek aşkere kir

Baroya Amedê li ser zarokên Sûrê raportek aşkere kir

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê di derbarê şerê li navçeya Sûra Amedê de raportek aşkere kir, ku şer û pevçûnên li navçeyê bandoreke çawa li ser mafên zarokan kiriye.

A+A-

Li gor raportê %80ê zarokên Sûrê bi awayekî di bin bandora şer û pevçûnên wê navçeyê de maye.

 

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê doh yekşemê civînek rojnamegeriyê li dar xist û di têde li ser pêvajoya şer û pevçûnên li navçeya Sûra bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê raportek aşkere kir, ku zarokên navçeyê di wê pêvajoyê de rastî bandoreke çawa hatine.

 

Pêşî di derbarê raportê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen zanyarî dan û got hêj li 6 taxên Sûrê qedexeya derketina derve berdewam dike.

 

Paşê encamên raportê ji aliyê Prof. Melek Goregenli ve hatin pêşkeşkirin.

 

Li gor wan encamên raportê %80ê beşdarên lêkolînê neçar mane, ku xaniyên xwe biguherînin, ji ber vê yekê zarok jî neçar mane dibistanên xwe biguherînin.  Goregenli ragihand, ku di encama lêkolînê de derketiye holê ku hêj pirsgirêkên nerênî yên derûnî ji bo %75-80ê zarokan berdewam dikin.

 

Di raportê de hat aşkerekirin, ku di dem an jî dawiya pêvajoya şer û pevçûnên li Sûrê de nêzikî %27ê zarokan an ji dayikên xwe an jî ji bavên xwe cuda mane, %15ê zarokan jî him ji dayikên xwe him ji bavên xwe cuda mane.

 

Nêzikî %10ê ciwanan rasterast bûne şahidên êrîşan û %21.4ê wan jî bûne şahidên mirina xizmekî xwe. Xaniyên %50ê ciwanan rastî êrîşê hatine an jî hatine rûxandin. Bûyereke bi vê şêweyê tenê nehatiye serê %38ê ciwanan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin