Baroya Amedê: Yasaya lêborînê yek alî ye û ne hiqûqî ye
Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman dibêje yasaya lêborînê di warê mafnasîyê de şaşîtîyeke mezin e; lewre ev yasa ne li gor prensîbên wekhevîyê ye û ne hiqûqi ye.
Navenda Nûçeyan - Di çarçoveya rêlibergirtina belavbûna vîrûsa Koronayê de, yasaya lêborîna zindanîyan ya ku bi dengên AK Partî û MHPê di parlementoya Tirkîyê de hatibû pesendkirin, biryara wê di rojnameya fermî de jî hate ragihandin û proseya azadkirina 90 hezar girtîyan ji girtîgehên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê destpêkir. Her çend ew kesên ku hatine azadkirin ji vê yasayê razî bin jî hîn alî hene ku dibêjin ev yasa ne li gor prensîbên mafnasîyê ye.
Piştî ku yasaya lêborîna girtîyan ket warê cîbicîkirinê, proseya azadkirina hejmareke girtîyan ji zindanên li Sêrt û Amedê dest pê kir. Li gor zanyarîyan li Amedê 1300 girtî û hikûmwarî hatin azadkirin.
Mistefa Amedî jî piştî 3 salan ji zindanê derket û hate malê, ew zindanîyekî sucê adî bû.
Betul a 3 salî dema ku bavê wê kete zindanê 15 rojî bû, niha matmayî ye, fedî dike; lê cejna Eyşe û Berat e, ew xwe ji defa singê bavê xwe nadine alî.
Girtîyê azadkirî Mistefa Amedî dibêje: “Me cazayê xwe kişand û em derketin, ev lêborîn ji bo min û malbata min tişteke hêja bû, Xwedê ji dewleta me razîbe û ez bawerim êdî ez dê zindanan nebînim, azadî gelek xweş e.”
Li heman bajar û heman taxê li maleke din çavên Birgul ev 13 sal in lê rê ya bavê wê ye, bavê wê girtîyeke sîyasi ye û bi 34 salan hatîye cezakirin.
Di 13 salan de bavê wê li 4 girtîgehên wek Amed, Edirne, Gîresûn û Şirnexê hate gerandin, bavê wê jî wek 10 hezar û 500 girtîyên sîyasî sûdê ji lêborîna zindanîyan wernegirt.
Keça girtîyrkî sîyasî Birgul Çagricî jî dibêje: “Hikumetê tenê alîgirên xwe razî kir di vê babetê de. Ez pê bawer im ku îro li gelek malan şahî heye; lê li gelek malan şîn heye.”
Li gor yasaya lêborînê ji bilî girtîyên sûcên sîyasî, ewlehîya dewletê, bazirganîya madeyên hoşber, tundîya li dijî jinê û destdirêjîya seksê, hemû girtîyên din sûd wergirtin û herwisa girtîyên girtigehên vekirî bi dema 3 mehan hatine azadkirin.
Li gor Baroya Amedê yasaya lêborînê di warê hêmanên mafnasîyê de şaşîtîyeke mezin e; lewre ev yasa ne li gor prensîbên wekhevîyê ye.
Derbarê mijarê de Cîgira Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman jî wiha axivî: “Eger armanca dewletê parastina mafên zindanîyan bûya wan dê cudahîyek nexista nava girtîyan û dê çarçoveya wê berfirehtir bikiran; berpirsyarîya dewletbûnê ev e ; lê em dibînin ev yasaya lêborînê yek alî ye û ne hiqûqî ye.”
Tirkîye di nav 43 dewletên Ewropayê de bi 335 girtîgeh û 300 hezar girtî û darazkirî di rêza yekemîm de ye; herwiha li gor rapora dawî ya Komeleya Mafê mirovan di van girtîgehan de 1334 zindanîyên nesax hene.
Mehdi Mutlu-Rudaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin