Baroya Batmanê: Polîs li parêzerekî me da
.
Baroya Batmanê diyar kir, li Dadgeha Batmanê parêzerê wan Orhan Alphan dema di nav dadgehê de polîs girtiyekî îşkence dike, xwestiye destwerdanê bike û rê li wê yekê bigire, lê polîs li parêzer jî daye.
Baroya Batmanê di derbarê bûyera lêdanê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, parêzerê wan ê bi navê Orhan Alphan li dadgeha heman bajarî, dema polîs îşkence li girtiyekî kiriye, xwestiye midexale bike lê polîs li wî jî daye û ew birîndar kiriye.
Herwiha li gor agahiyan, parêzer Orhan Alphan piştî lêdana polîsan çûye Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Batmanê û rapora lêdanê wergirtiye û derbarê polîsê ku lê daye lêpirsîn daye destpêkirin.
Serokê Baroya Batmanê Erkan Şenses, bi beşdarbûna hejmareke parêzer heman rojê li pêşiya Dadgehê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û eşkere kir: “Ji bo ew polîs ceza werbigre, em ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em daxwaz dikin ku ew polîs bê desteserkirin û girtin. Eger polîsek di nav dadgehê de ji bo parêzerekî kare van tiştan bike, mirov naxwaze bifikire ku ji bo kesekî di bin çav de çi dike?”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin