
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir
.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Diyarbekirê ragihand ku wan ji bo tawanên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) li Sûriyeyê kirine serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) daye û herwiha ji bo parastina sivîlên herêmê jî serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dane.
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Diyarbekirê, li ser komkujiyên ku çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) çend rojên borî li beravên Sûriyeyê pêk anîne, serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da.
Hatiye diyarkirin ku ji bo tawanên li herêmê li dijî mirovahiyê hatine kirin, ji DCNê hatiye xwestin ku dozgerî lêpirsîna resen veke û bişîne ber dadgehê.
Herwiha di serlêdana Neteweyên Yekbûyî de jî hatiye xwestin ku sivîlên wan herêmên Sûriyê ku piranî elewî ne bên parastin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin