Baroya Dîyarbekirê raporek ser tundî û desdırêjîya ser zarokan belav kir

Baroya Dîyarbekirê raporek ser tundî û desdırêjîya ser zarokan belav kir

Baroya Dîyarbekirê jî raporekî belav kir û hat ragihandin ku di serdema bergirîyên şovayê de jî destirêjî û tundî berdewam kirine û zêde bûne.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Di serdema bergirîyên şovaya Corona covît 19 de, destdirêjî û tundîyên li ser jin û zarokan, bi raporan tên ragihandin. Baroya Dîyarbekirê jî raporekî belav kir û hat ragihandin ku di serdema bergirîyên şovayê de jî destirêjî û tundî berdewam kirine û zêde bûne. Hiqûqnas bi mixabinî tînin ziman ku ev daneyên bidest xistine tenê kesên ku ew gihiştinê ne û pêşbînî dikin ku buyer gelek zêdetir in.

Parêzer û rêvebirê Baroya Dîyarbekirê Muhamed Emîn Çoban ku di lêkolîna raporê de cîh girtîye tîne ziman ku ew jî piştgitîya bergirîyên şovaya covît19 dikin. Lê divê ji bo parastina jin û zarokan; ji dest dirêjî û tundîyan jî projeyên hevkar yên civakî  bihatina birêxistin, lê tu tevdîrekî nehatîye girtin. Loma jî buyerên wiha di van serdeman de zêdetir dibin.

Mûhamed Emîn Çoban –Parêzer- got: "Zêdetir destdirêjî ji alîyê nasên zarokan ve pêktên û di serdema ku ji ber bergirîyên şovaya covît19, zarok li malan dimînin de em dibînin ku dest dirêjî jî pêk hatine. Ji bo parastina jin û zarokan zagon û peymanên ku li Tirkîyeyê hene baş in, lê divê ew zagon û tevdîr bi hevkarîya sazîyên fermî û civakî li jîyanê bên bikarnaîn.  Lê mixabin em dibînin ku tu tevdîr nehatine girtin. Hêjmara kesên ku bi tundî û destdirjîyê ra rûbirû  mane, ji van daneyan gelek zêdetir in, lê ji ber tevdîr nîn in nehênî dimînin."

Li gor daneyên ku di lêkolînan de hatibûn bidest xistin, tundîyên li ser jinan jî ji 2 qatî zêdetir bûbû. Tenê di meha Nîsanê de li Tirkîyeyê 34 jin bi destên mêran hatine kuştin.

Parêzer û Rêvebira Komisyona Mafên Zarokan ya Baro ya Dîyarbekirê Gazal Bayram jî balê dikşîne ku zarok û jinên ku bi tundîyan ra rûbirû dimînin nikarin xwe bigihînin bergirîyan û ev jî tê wê wateyê ku rewş gelek xirabtir e. Bayram demildest daxwaza bergirîyên parastina jin û zarokan ji tundî û destdirêjîyan dike.

Gazal Bayram -Parêzer- got: "Divê dema bergirîyên şovaya covît19 hatin girtin, ji bo parastina jin û zarokan jî bergirî bihatina girtin. Di salên 2014 û 2016'an de ku li Efrîqayê şovaya Ebolayê hebû aşkerebûbû ku destdirêjî û tundîyên li ser jin û  zarokan 2 qat bûbûn.  Em wek Baro bergirîyên şovayê rast dibînin, lê demildest daxwaz dikin ku li gor zagonên navxweyî û peymanên navdewletî ji bo parastina zarok û jinan jî bergirî bên girtin."

Rêvebirên Baroya Dîyarbekirê, tînin zîman ku ji bo bergirîyên destdirêjî û tundîyên li ser jin û zarokan divê proje û xebatên hevpar û hevbeş yên civakî bên meşandin da ku pêşî li wan buyerên rûreşîyê zêdetir bên girtin.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin