Baroya Rihayê li ser îtirafên mafyager Sedat Peker serî li Serdozgeriya Komarî da
.
A+A-
Baroya Rihayê, li ser îtirafên mafyager Sedat Peker serî li Serdozgeriya Komarî da. Berî niha jî baroyên Diyarbekir û Îzmîrê têkildarî îtirafên Peker serî li dozgeriyê dabûn.
Baroya Rihayê bi Twitterê wan li dijî Sedat Peker, Wezîrê Navxwe yê berê Mehmet Agar, kurê Agar ku Parlamenterê AK Partiyê yê Xarpetê ye Tolga Agar, kurê Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim Erkam Yildirim û karmendê berê yê MITê Korkut Eken û hevalên wî de, li Serdozgeriya Komarî doz tomar kirine.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, li ser sedema serlêdana serdozgeriyê jî da zanîn, “ji bo sêgoşeya dewlet, mafya û siyasetê li ber darazê hesab bide û ser peywendiyên qirêj neyê nixûmandin” wan ev gilî tomar kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin