Barzanî: Pesendkirina projeyasaya çaksazîyê hengaweka mêjûyî ye

Barzanî: Pesendkirina projeyasaya çaksazîyê hengaweka mêjûyî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bin boneya pesendkirina projeyasaya çaksazîyê li Parlemantoya Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Doh roja pêncşemê 16.01.2020an di peyameka da Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got:"Vê projeya beşeka giring a karnameya kabîneya nehem a Hikumeta Herêmê Kurdistanê bû bo bersivdana daxwazên hemwelatîyên Herêma Kurdistanê bû. Amanc rêkxistina xercîyên  giştî yên dadperwerîye ne bo fermanberan û kesûkarên serberzî şehîdan û Pêşmerge qahremanan e.”

Di beşekî din ê daxuyanîyê da Mesrûr Barzanî, amaje bi mûçeya fermanberên Herêma Kurdistanê dike ragihadîye:”Hemwelatîyên dikîn ku deqa dawî ya yasayê dilnîyaya giringî têdaye sebaret bi mûçe û îmtîyazên fermanber û mûçexwirên û mafên wan parastî dibin.”

Deqa daquyanîya Mesrûr Barzanî wiha ye:

Destxweşîyê li perlemantoya Kurdistanê dikim, ji bo pesendkirina pirojeyasayaçaksazîyê. Ev pêngaveka dîrokî ye ber bi Kurdistaneka bihêztir. Ev piroje pişkeke giringe ji karnameya kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê bû bo bersivdana xwast û daxwazîyên hemwelatîyên Herêma Kurdistanê bo encmadna çaksazîyê. Armanc jî, ji wê dûbare rêkxistina xercîyên giştî û bicîkirina dadperwerîyê bo fermanberan û kesûkarên serbilindên şehîndan û Pêşmergeyên qehreman.

Piştî pêkhînan kabîneya nehema hikumetê Herêma Kurdistanê li Temûza sala bûrî, me destbicî komîteyek bilind jii hikumetê pêkhîna bo pêdaçûn û bihêzkirina reşnivîsa pirojeyasa ya çaksazîyê.

Hevwelatîyan diltenah dikîn ku deqa dawîyê ya wê yasayê, diltenahîyeka giring têde heye derbarê mûçe û îmtîyazatên fermanberan û mûçedaran bi awayekê ku kesên hejî mafên wan paraztî be.

 

Çaksazî piroseyeka berdewame û tevaya kertan ji xwe re digere. Ev yasa jî girûv û belgeheka zelal a dîye li ser pabendbûna hikumeta Herêma Kurdistanê bi sinûrdananê bo gendelîyê û hewildan bo jinavbirina wê. Herweha pêngaveka giringe jî, ber bi hikumeteka Modêrin û ruhin û baştirkirina xizmetguzarîyan û xizmetkirina gevwelatîyên Herêma Kurdistanê bê cudahî ku aramanca serekî ya evê hikumetê.

 Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin