Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!
Ev demek dirêje, İraq dixwaze nefta Kurdistanê bipaş de vegerîne û carek din bibe xwedîyê nefta Kurdistanê. Ji ber wê jî, ji butçeya dewleta federal, para Kurdistanê, mûçeyên hêzên Pêşmergan, karmend û asayîşa Kurdistanê nade. Wek çek li henber Kurdan bikar tîne. Dibêje; “ya hûnê nefta herêmê bipaş de teslîmî me bikin, heger hûn teslîm nekin, em jî dahatên we nadin”(!)
Bipaşde teslîmkirina nefta Kurdistanê ji bona hikûmeta Bexda, karek sîyasî û hesabekî metînkarî, serwerî ye. İraq, her bi dû wê serwerîya xwe a di dema dîktator Sadam Hûsên de ku li ser xaka Kurdistanê wenda kirîye. Kar û xebatên herêma Kurdistanê, xwe bi xwe îdarekirina kurdan û aborîyek serbixwe a Kurdistanê, li hesabê Bexda nayê. Her dixwaze herêma Kurdistanê bisînor bike, têxe bin bandora xwe û li ser axa Kurdistanê serwerîya kurdan têxe bin bandora xwe. Ji bona vê armanca xwe jî, her yasayên hevpar binpê dike û kurdan bi birçîbûnê, bi qeyranên aborîyê tendît dike.
Li ser pêşîlêgirtina destkevtinên kurdan, li herêmê; Îran, İraq û Tirkîye di hemahengîyek hevpar de ne. Car caran di nava vê hemahengîyê de hebûn û sîyaseta hinek hêzên Kurd jî di van berjewendîyên xwe de bikar tînin. Fêdê ji hebûna van hêzan digirin û ji bona armancên xweyî li ser Kurdistanê bikar tînin.
Di vî warî de ev qederê mehekê ye, ji bona alozîyan û hilweşandina îstîkrara heyî a li Kurdistanê, ev her sê dewlet, bi hevkarîyek dijminane tevdigerin. Di Medya PKK û YNK de êrîşan destpêkir. Nakokîyên sîyasî di nav kurdan de geşbûn. Qeyran hatin mezin kirin û Başûrê Kurdistanê ket hedefê. Wezîrê derve yê Tirkîyê bi lez hat Bexda û ket nav têkilîyên pişperdê. Ji Bexda, bi vegera Wezîrê derve yê Tirkîyê re, İran bi Tirkîye re ket têkilîyê. Wezîrê derve yê Îran jî bilez hat Tirkîyê. Mijara her sê dewletan jî Kurd û destkevtinên kurdan bûn.
Bi van têkilîyan re Tirkîye bi 26 belafirên şer êrîş anî ser axa herêma Kurdistanê. Ev sê roje (ji 15.06.2020) Tirkîye bêrawestandin Herêmên Şengal, Qaraçox, Qandîl, Zap, Avaşin Basyan û Hakurk bombe dike. Dewleta tirkan, munasebeta van êrîşên xwe hebûna PKK li van deveran dide nîşan. Lê ev 40 sale barbarên tirkan bi tenk û topên xwe, bi balafirên şer van herêman bombe dike, top baran dike. Ji ber topbaranên dewleta tirkan 350 gundên Kurdistanê vala bûne. Miletê me gund û zevîyên xwe hiştine û terka herêmê kirine. Heta niha bi sedan kesên medenî, zarok û jin hatine kujtin. PKK bi qasî misqalekê ji van êrîşan zerarê nabîne. Tirk jî vêna baş dizanin. Em baş dizanin ku armanca bombekirina van herêman ne PKK ye axa azad bi xwe ye.
Tirkîye ji hêla reşayî de jî, bi hêzek taybet ketîye nav axa Başûrê Kurdistanê û bipêşde diçe. Armanca tirkîyê, li van deveran bicîhkirina van hêzên taybet e. Niştecîhên herêmê bi carekê de gund û warên xwe vala kirine û derbasî herêmên ewle dibin. Mahsûla salane ketîye bin talanan. Daristan û mal-milkên van herêman talan dibe.
Ev sê roje İran jî bi çekên giran, artêşa xwe dikişîne herêmên Şîno, Kelaşîn û Banê. Van deveran dorpêç dike û xaka Kurdistanê tehdît dike. Serwerîya Kurdistanê dorpêç û tehdît dike. Ji 16.06.2020 an de îran jî van herêman topbaran dike. Di nava Tirkîye û Îran de, li ser van herêman lihevhatinek û hemahengîyek heye. Bi hev re hin dorpêçê dimeşînin û hin jî dagir dikin.
Kurdistan di pêvajokek dijwar re derbas dibe. Pirê caran hêzên Kurd, ji dêlva bi sîyasetek hevpar, netewî û bihemahengî li henber van êrîşan rawestin, ji dijmin re mercên êrîşan hêsan dikin. Kengî ku êrîş bên ser Başûrê Kurdistanê, hinek qelemşorên medîya PKK û YNK, bi zimanekî dijminane êrîşî ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê, PDK û Malbata Barzanîyan dikin. Raya giştî a Kurd ji hev perçe dikin û bingehê ji êrîşan re vedikin. Êrîş û dagirkirina van herêman bi vê sîyaset û lîstikan ji dijmin re hîn hêsantir dibe.
Îran berê topên xwe daye xaka Kurdistanê û ev du roje bê rawest van herêman topbaran dike. Tirkîyê, hin bi belafirên şer, hin ji hêla reşayî de hêzên taybet derbasî xaka Başûrê Kurdistan kirîye û bombe dike, dagir dike.
Raya giştî li henber van êrîş û dorpêça Îran û Tirkîyê bêdengin. Emerîka jî eşkere dike ku „hayê wan ji van êrîşan heye“(!) Lê ew jî heta niha bêdeng mane.
Ji çarhawêr de lîstikên nû çeqoberî li ser kurdan dimeşin. Sîyaseta Kurd û Kurdistanê, ji ber pirsgirêk û alozîyên nedîyar, stratejîyên nerast û xerckirina dînamîkên Kurdistanê, bandora xwe wenda kirîye. Bi vî şiklî jî nikare pêşî li van êrîşan bigire. Ev rewş jî mercên êrîşan ji dijminên Kurd û Kurdistanê re hêsan dike.
Divê tevgera sîyasî roj berî roj xwe biserhev de bîne û xwe ji bin bandora van alozîyan derxîne..
17.06.2020
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin