
BATMAN PWKê DI SALVEGERA 78 EMÎNDE PÊŞAWA QAZÎ MIHEMED Û HÊVALÊN WÎ BIBÎRANÎN
.
Rêvebirîya PWKê ya Batmanê salvegera 78 emin de darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî hatin bibîranîn.
Bîranîn li avahîya Navenda Batmanê ya PWKê hat lidarxistin. Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê cih girtin.
Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî rêz hate girtin û siruda netewî hat xwendin.
Aziz Özdemir wuha axivî: "22’ê çile di sala 1946’an li bajarê Mehabadê Komarê Kurdistanê yekemîn komar bu di dîroka Kurdistanê de bi serokatiya Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed ve hatiye damezrandin.
Komara Kurdistanê, her çiqas heta demek kin berdewam kir jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî-jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist.
Û du taybetmendîyên Qazî Mihemed hebun;
1-Parvekirina erd û zêvîyen li gundîyan(reform)
2-Guhdana zanistîyê avakirina dibistanan û dezgehên çand u huneran.
Berdevamiya axaftına xwe got:Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.
Qazî Mihemmed bi merxasî û wêrekî -Dilsozî-Kurdperwerî ya xwe bu pêşawa.
Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin.
Hêzên Rejîma Îranê, bi pişgirîya Brîtanya, di 17’ê Kanuna sal 1946’an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand.
Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de, Qazî Mihemed wiha sond xwaribû:
“Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azmanan pêl bidin, ezê têbikoşim”
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mehabadê hatibû îlan kirin, di 31’ê Adara sala 1947’an de, hatin dardekirin.
Paşî Serokê PWK Şaxa Batmanê Aziz Özdemirî daxuyanîya PWKê xwend û got:
" --Em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî birêzdarî bi bîr tînin
Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên xwe di roja 31.03. 1947an de li bajarê Mehabad a Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê , ji alîyê Dewleta Îranê ve hatin darve kirin.
Jiyan, helwest , şexsîyet û wasîyet û parastinnameya li mahkemê ya Pêşewa Qazî Mihemed di eslê xwe de rêbaz û hişmendîya Kurdistanî pêşkêşî me dike.
Wasîyet û parastinnameya Pêşewa Qazî Mihemed ji bo îro jî wazîfeyên me yên netewî û dîrokî nîşanî me didin.
Gelê Kurdistanê dê Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke.
Helwesta Pêşewa Qazî Mihemed ya bi rûmet û nesîhetên wî îro jî di têkoşîna azadîya Kurdistanê de rêya me rohnî dike.
Em di 78emîn salvegera darve kirina wan de Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”
Piştî daxuyanîyê bi belge fîlmekî kurt jîyana Pêşawa , strana Aferî Qazî Mihemed Aferî û wesîyeta wî ku rebaza welatperwerîyê wek mîrate da gelê xwe hat guhdarkirin.
Biranîn bi pirs û bersivan bi awayekî hestîyar û berhemdar bi dawî bu.31.03.2025
Şaxa Batmanê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin