Bayram Bozyel bû serokê nû yê PSK'ê
.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK'ê 3'emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe li bajarê Amedê li dar xist. Di kongreyê de serok Mesûd Tek hate guhertin û Bayram Bozyel weke serokê nû yê PSK'ê hate destnîşankirin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK ku 48 sal berê hatibû avakirin, kongreya xwe ya 3'emîn li Amedê li dar xist. Nûnerên gelek partî, rêxistin û komeleyan jî tevli kongreyê bûn. Ji Herêma Kurdistana Iraqê, ji Rojava û ji Rojhilat jî nûnerên hin partiyan li kongreyê weke mêvan amade bûn. Di kongreyê de Serokê Giştî yê PSK'ê Mesûd Tek, bal kişand ser rewşa siyasî ya heyî û got divê partiyên siyasî yên kurdan ji hemû guherînan re amade bin û hişyar bin.
Kongreya PSK'ê li gorî qanûnan divê li Enqereyê bihata lidarxistin. Lê PSK'ê biryar girt ku kongreya xwe li Amedê li dar bixe. Li gorî rêveberên PSK'ê partiyek dikare li çend bajaran jî çend rojan li ser hev jî li dar bixe wan jî wisa kiriye. Ew biryarên ku li Amedê di kongreyê de hatine girtin li Enqereyê bi kongreyeke din bi awayeke fermî dê careke din bê dubarekirin û radestî dezgehê partiyên siyasî bikin.
Serokê nû Bayram Bozyel bi bîr xist ku siyaseta Tirkiyeyê di vê qonaxê de xitimiye û rêyên tundiyê xizmeta çareserkirina pirsa kurd nakin. Ji ber vê yekê hem bang li PKKê û hem jî li dewletê kir ku xwe ji rê û rêbazên tundiyê dûr bixin.
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel got: “Meseleya şîdetê em wek partî ji îro û pêve em dê zêdetir deng bilind bikin ku şîdet bi dawî were. Hem aliyê PKKê û hem jî aliyê dewletê. Tabî ji ber ku PKK xwe aliyê Kurd dihesibîne em pêşî banga xwe lê dikin û helbet em bang li dewletê jî dikin ku ji vê siyasetê tu encamek dernakeve. Werin vê meseleyê li ser maseyê bi rêya diyalogê û bi rêya muzakereyê safî bikin.”
Partiya Sosyalîsta Kurdistanê beriya 48 salan hatibû avakirin. Di sala 1978an de bi piştgiriya PSKê Mehdî Zana di lîsteya serbixwe de bibû Şaredarê Amedê. Lê piştî derbeya leşkerî ya 1980an PSK her ku çû girseya xwe ji dest da û niha hêza wê ya girseyî tune ye ku weke partî bikeve hilbijartinan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin