Bayram Bozyel serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê nirxandin
Cîgirê Serokê PSKê Bayram Bozyel serdana Nêçîrvan Barzanî ya bo Tirkiyê nirxandin. Bozyel got kû, başbûna peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bandoreke erênî li ser çareserkirina pirsa Kurd dike.
A+A-
Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Enqerê nirxand.
Bayram Bozyel amaje bi wê kir ku Tirkiye hem li derve û hem li navxwe di nav qeyranên mezin ên siyasî, aborî, civakî, dîplomasî û navdeweltî re derbas dibe û got ku sedema van qeyranan jî pirsa Kurd e.
Bozyel diyar kir ku Tirkiye hebûn û destkeftên Kurdan bo xwe wek hedef destnîşan dike û êriş dike û her çiqas “armanc PKK be jî di encamê de Herêma Kurdistanê ziyanê dibîne.”
Rudaw
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin