Bazarî û dukandarên Merîwan û Kirmaşanê carek din mangirtin
.
A+A-
Îro bazarî û dukandarên bajarên Merîwan û Kirmaşanê carek din bi nîşana nerazîbûn li hember cinayetên rejîmê, dukan û bazarên xwe daxistin û bi seranserî mangirtin.
Mangirtina bazariyên wan bajaran di halekê de ye ku, şeva derbasbûyî xwenîşandan di wan bajaran de berdewam bû û welatî li ser şeqaman bûn.
Ji aliyek din ve jî, li bajarê Merîwanê xwandekarên bajarê Merîwanê jî li dijî rejîmê û cinayetên wê kombûn û xwenîşandan li hember zanîngehê lidar xistin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin